• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Ji idîayên ku Sûruyeyiyan bi zorî dişînin welatên wan re bersiv
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezîrtiya Karûbarên Derve di derbarê idîayên ku tên gotin Sûriyeyiyan bi zorî dişînin welatên wan de daxuyanî da.

Di daxyaniyê de hat belavkirin ku dabeş mijar rastiyê nade nîşandan. Dûvre daxuyanî wiha hat diyarkirin: “Di van rojên dawî de tê dîtin ku idîayên Saziya Efwê ya Navneteweyî ya di derbarê Sûriyeyiyan a wek wan bi dijwarî dişînin welatên wan di saziyên çapemeniyê de cî digire. Ev mijara ku di qenalên cûr bi cûr de tê diyarkirin ne rast in.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev 5 sal in ku Tirkîye ji penaberên Sûrî re mazûvantî dike. Dûvre daxuyanî wiha hat domandin: “Tirkîye ji bo penaberên Sûrî ev 5 sal in ku ‘polîtîqeya deriya vekirî’ tetbîq dike û di çarçova berpirsyariyên navneteweyî de di sînûrê de prensîpa ‘lê nefetilandinê’ tetbîq dike. Di derbarê vê helwestê de tu guhertin tüne. Di bergeha vê polîtîqeyê de îro di welatê me de 2,7 milyon Sûriyeyî hene. Di 10 bajarên me de di navenda sitirandinê ya demdemî de li 270 hezar Sûriyeyiyan alîkariya zexîre, tendirustî, perwerdehî û fealiyetên civakî tên kirin.” (ÎLKHA)



 

Bu haberler de ilginizi çekebilir