• DOLAR 32.406
  • EURO 35.247
  • ALTIN 2324.282
  • ...
Jimara kesên ku di teqîna Nisêbînê de jiyana xwe ji dest dan bû 6
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ya ku qedexeya derketina derve didome di avahiyekê de dema ku polês û leşker lêgerîn û tehqîqat dikirin teqîn pêk hatibû. Di teqînê de mirin çêbûbû. Hat ragihandin ku jimara kesên ku dê vê teqînê de jiyana xwe ji dest dan bûye 6.

Gor agahiyên hatine bidestxistin li Taxa Firatê ji bo ku ku lêgerîn pêk bînin polês û leşker têketibûn avahiyekê û di dema lêgerînê de teqîn pêk hatibû. Di encama vê teqînê de 5 polês û leşkerek jiyana xwe ji dest dan. 4 polês jî birîndar bûn.

Birîndaran sewqê Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê kirin. Cinazê 6 kesên ku jiyana xwe ji dest dane rakirin mirîxaneya nexweşxanê. (ÎLKHA)


 



Bu haberler de ilginizi çekebilir