• DOLAR 32.388
  • EURO 35.067
  • ALTIN 2326.69
  • ...
Pevçûnên di navbera Azarbeycan û Ermenîstanê de dijwar dibin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyaniya ku ji teref Wezareta Parastinê ya Azarbeycanê ve hatiye dayîn de hat diyarkirin di pevçûna ku di xeta sînorê de bi Ermenîstanê re derketiye de ji doh êvarî vir ve 12 eskerên Azarbeycanê jiyana xwe ji dest dane.

Doh êvarî ji teref Ermenîstanê ve qadên siwîl hatibûn bombebarankirin û siwîlek jiyana xwe ji dest dest dabû ku piştî vê yekê pevçûn dijwar bûbûn.

Ji teref Wezareta Parastinê ya Azarbeycanê ve hat ragihandin artêşa Ermenîstanê topên hawanan û bi çekên giran êrîşî Azarbeycanê kiriye ku doh êvarî berikeke hawanê  li gundê Karagaciya bajêra Terterê îsabetî malekê kiribû û kesekî siwîl jiyana xwe ji dest dabû.

Di pevçûnên ku ji duh êvarî heta niha berdewam dikin de 12 eskerên Azarbeycanê jiyana xwe ji dest  dan û her wiha hat diyarkirin artêşa Ermenîstanê jî gelek zaîyat dane.

Serokê Dewleta Rûsyayê Vlademîr Putîn  banga îtîdalê li her du welatan kir û ji wan xwest ku demildest aşîtiyê pêk bînin.

Her wiha hat diyarkirin artêşa Azarbeycanê hereminan stratejik ên ku di bin îşxala Ermenîstanê de bûn bi dest xistiye.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir