Li Sêrtê kitêbên siyerê ji dikandaran re hatin belavkirin
Ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve ji bona Wîladeta Pîroz a ku ew ê dawiya vê heftiyê bê tertîpkirin ji dikandaran re kitêbên siyerê hatin belavkirin û ji bona Mewlûda Pîroz bang li xelkê hat kirin.
Kesên dikandar û hemwelatî ji ber daweta WîladetaPîroz a ku ji wan re hatiye kirin gelekî kêfxweş bûn û diyar kirin ew bi kelecaneke mezin li benda Wîladeta Pîroz in.Ji bilî van li gelek cihên bajêr ji bona Wîladeta Pîroz afîş hatin daleqandin û ji xelkê Sêrtê re banqewaziya mewlûdê hat kirin.
Di derbarê mijarê de ji teref Koordînatorê Platforma Evîndarên Pêxember Behçet Sevgîlî ve hat ragihandin ji bona bernameya Wîladeta Pîroz a ku ew ê dawiya vê heftiyê bê kirin temamê haziriyên wan xelas bûne û Sevgîlî dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Endamên platforma me kom bi kom dikandaran geriyan û kitêbên siyerê belav kirin.Her wiha afiş jî hatin daleqandin.Ew ê wesayîtên me yên anonsê li bajêr bigerin û bangewazîya Wîladeta Pîroz li xelkê bikin.Temamê xelkê me vexwandiyê vê bernameyê ye.”(ÎLKHA)