• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Tahrîbata êrîşê bi ronîbûna dinyayê derket holê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di êrîşa ku duh êvarî di seat 23.40an de li taxa Aştiyê li Şubeya Eskeriyê hatibû kirin de gelek avahî, kargeh û wesayît zirar dîtin.

Ji ber şiddeta teqînê di avahîya bingeh a Şubeya Eskeriyê de xisar pêk hat û hat dîtin ku dîwarê derdorê yê Şubeya Eskeriyê jî hilweşiyaye.Her wiha hat dîtin trafoyeke ceyranê jî ji ber êrîşê teqiyaye û di rê de çalên gelek mezin vebûne.

Ji ber teqînê parçeyên wesayîta ku pê erîş hatibû kirin li derdorê belav bûn.Ji bilî van hat hînbûn  ji ber lêkolînên ku li cihê bûyerê tên kirin hêj Kolana Mêrdînê ji trafîkê re girtiye.

Çi qewimîbû

Her weke ku tê zanîn duh êvarî di derdora seat 23.40an de li Taxa Aştiyê bi wesayîta bombebarkirî êrîş li Şubeya Eskeriyê hatibû kirin ku di êrîşê de kesekî siwîl jiyana xwe ji dest dabû û 4 jê zarok tevde 19 kes jî birîndar bûbûn.(ÎLKHA)































Bu haberler de ilginizi çekebilir