• DOLAR 32.368
  • EURO 34.976
  • ALTIN 2325.24
  • ...
Hat îddîakirin bombevanê Diyarbekirê hatiye qefaltin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berî vê du rojan li navçeya Baglara Diyarbekirê êrîşa bombeyî li polêsan hatibû kirin û di êrîşê de 7 polês jiyana xwe ji dest dabûn ku hat diyarkirin kesê ku wesayîta bombebarkirî daniye cihê bûyerê li navçeya Karaza(Kocakoy) Diyarbekirê hatiye qefaltin.

Hat ragihandin navê kesê ku wesayîta bombebarkirî daniye cihê bûyerê A.Ç. ye û duh êvarî li Karazê dema ku hewl dida bireve çolterê hatiye qefaltin.

Duh 9 kes di derbarê êrîşa ku PKKê li ser xwe girtibû de hatibûn binçavkirin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir