• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Cemîyeta Mustezafan ji xelkê mexdûr re alîkarî kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tê zanîn li Sûr, Cizîr, Nisêbîn û cihên mîna van ji ber ku pevçûn derketin xelkê heremê gelekî mexdûr bû û hinek ji wan jî ji war û cihên xwe koç kirin.Şubeya Agiriyê ya Cemîyeta Mustezafan ji van kesên ku ji ber pevçûnan hatine mexdûrkirin re alîkarî kir.

Serokê Şaxa Agirî ya Cemîyeta Mustezafan M.Elî Ortaç di derbarê alîkariyên ku hatin kirin de wiha agahî da: “Em wek Cemîyeta Mustezafan ji bona xelkê ku hatiye mexdûrkirin banga alîkariyê kir ku xelkê xêrxwaz deng da banga me û alîkariyên xwe gihandin li ber destên me.Me jî van alîkariyên ku hatine li qamyonan bar kir û şande xelkê me yên ku li Sûr, Cizîr, Nisêbîn û cihên mîna van hatine mexdûrkirin. Mala wan kesên ku di vî warî de alîkarî kirine ava be. Bi izna Xwedê em ê xebatên xwe yên alîkariyê bidomînin.”

Ortaç di dawiya axavtina xwe de diyar kir dibe ku em jî di şevekê de muxtaç û mexdûr bibin ku ji ber vê yekê divê xelkê me yê heremê di vê mijarê de divê hesastir  be .(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir