Li ser rêbeja Midyad û Hezexê qeza: 2 birîndar
Li ser rêbeja Midyad û Hezexê qezaya trafîkê pêk hat.Di qezaya ku pêk hat de 2 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin qezaya zincîr pêk hat û tevde 5 wesayît tevlî qezayê bûne, di encama qezayê de 2 kes birîndar bûn û her wiha di TIRên ku tevlî qezayê bûbûn de xisara madî pêk hat.
Kesên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxanê re hatin rakirin.(ÎLKHA)