• DOLAR 32.389
  • EURO 35.434
  • ALTIN 2324.336
  • ...
Mexdûrîyeta dikandaran dema ku derabe hatin vekirin derket holê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Sûra Diyarbekirê ji ber pevçûn û qedexeya ku 120 roj berdewam kir esnafê Sûrê mecbûr mabû ku dikanên xwe bigirin ku îro dema ku dikandar dikanên xwe vekirin mexdûriyetên wan derket holê.Di dikanên ku demeke dirêj girtî mabûn de kurm avêtibû mehsûlên firotinê û gelek ji wan jî dîroka wan derbas bûbû.

Hat hînbûn nexasim di dikanên ku li Sikaka Çîftehana Taxa Dabanogluyê de gelek zirar pêk hatiye.Mehsûlên ku di dikanan de xerabûne bi wesayîtên çopê ji Îstasyona Avêtiyên Hişk re hatin kişandin.

Her wiha nêzî 50 kewên ku di dikana kewgerîkî de bûn ji neza telef bûn.Hat diyarkirin ji bona mexdûrîyeta dikandaran  ji rastê bê rakirin ji teref Walîtiyê ve Komîsyona Tespîta Xisarê hatiye damizrandin û zirarên wan hatine qeydkirin.(ÎLKHA)



























Bu haberler de ilginizi çekebilir