• DOLAR 32.533
  • EURO 34.836
  • ALTIN 2431.082
  • ...
Li Diyarbekirê civîna 'Mewlûda Pîroz' hat lidarxistin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Koordînatorên Diyarbekirê yên Platforma Evîndarên Pêxember berîya bernameya Mewlûda Pîroz a bi mijara ‘ Hz. Muhammedê Pêxemberê Biratî û Wehdetê ‘ a ku ew ê li Diyarbekirê di 17ê Nîsanê de bê kirin civînek hat kirin.

Civîn li Şubeya Diyarbekirê ya Cemîyeta Mustezafan hat kirin û rayedarên komeleyên ku endamê platformê ne jî beşdarî civînê bûn.

Di civîna ku hat kirin de  Serokê Lijneya  Tertîbkirinê û Koordînatorê Diyarbekirê yê Platforma Evîndarên Pêxember Cemîl Cahît Unsal diyar kir  ew digel 20 komeleyan ji bona Mewlûda Pîroz a ku ew ê bê kirin hatine bal hev.

Unsal di berdewama axavtina xwe de diyar kir civîna ku wan kiriye gelekî baş derbas bûye û dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ew ê bernameya me ya Mewlûda Pîroz a îsal di 17ê Nîsanê de  roja Şemiyê  li Qada Newrozê bê kirin.Em bi wesileya vê yekê digel komeleyan hatin bal hev û di derbarê haziriyên ku me kiriye û em ê bikin de axivîn.”

Unsal di dawiya axavtina xwe de diyar kir haziriyên wan ev bû nêzî du mehan berdewam dikin û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Ew ê bernameya me ya îsal bi navê ‘ Hz. Muhammedê Pêxemberê Biratî û Wehdetê’ bê tertîpkirin.Ew ê di bernameyê de li ser mijara biratî û wehdetê bê sekinîn.Em ê di derheqê vê yekê de peyaman bidin.Em hemû kesê ku evîndarên Pêxember in dawetî vê bernameya mibarek dikin.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir