Li Cizîrê xebatên xerakirinê dest pê kirin
Li navçeya Cizîra Şernexê ya ku qedexe qismen lê hatiye rakirin malên ku di pevçûnan de zirar dîtibûn tên xerakirin.
Li navçê ji ber pevçûnên ku rû dan û teqemeniyên ku teqiyan gelek mal zirar dîtin û tehrîb bûn.Exlebeya pevçûnan li Taxa Sûrê û her wiha di navbera Kolanên Ebûlîz û Bostanciyê pêk hatin.Gelek mal ji ber van pevçûn û teqînan zirareke mezin dîtin. Li navçê xebatên xerakirinê ên van malên ku zirar dîtine dest pê kir.
Mal bi mekineyên kar ên giran tên xerakirin û ji teref qemyonan ve jî hafriyata van malan tên kişandin. Li cihê ku xebatên xerakirinê tên kirin polês tedbîrên ewlehiyê standine.(ÎLKHA)