Eskerek jiyana xwe ji dest da
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê bombeya ku berî niha hatibû bicîkirin hat teqandin , di teqînê de eskerek jiyana xwe ji dest da.
Li Nisêbîna ku hêj lê qedexeya derketina derve berdewam dike teqemeniya ku ji teref PKKyiyan ve berî niha hatibû bicîkirin di dema derbasbûna wesayîta bi zirx de hat teqandin.Di encama teqîna ku pêk hat de eskerek jiyana xwe ji dest da û 7 kes jî birîndar bûn.
Tedawiya eskerên birîndar berdewam dike.(ÎLKHA)