• DOLAR 32.586
  • EURO 34.827
  • ALTIN 2412.595
  • ...
Belesebeb me ji kar derxistin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Şiferên ku belesebeb ji kar hatine derxistin destnîşan kirin ku ew dixwazin heqên wan cardin ji wan re bên dayîn.

Her weke ku ew ê bê bîran şifêrên otobusan ên ku girêdayê Şîrketa Hevpar a BELSANa Şaredariya Rihayê ne ji ber ku şert û mercên xebatên wan nebaş bûn li ber avahîya Şaredariya Rihayê daxuyaniya çapemeniyê dabûn û bi vî awayî bertek ji  rewşê re nîşan dabûn.

Di derbarê mijarê de ji şifêrên ku ji kar hatine dûrxistin kesên bi navê Îbrahîm Toprak û Muslum Çapar diyar kirin ji ber ku wan daxuyaniya çapemeniyê dane ji kar hatine dûrxistin û bi vî awayî  neheqî li wan hatiye kirin.

Îbrahîm Toprakê ku diyar dike ku ew hatiye mexdûrkirin di derbarê mijarê de wiha axivî: “Me li ber avahîya Şaredariya Rihayê li ser navê girseyê daxuyanî da û piştî vê 3-4 rojan me ji peywirê dûr xistin.Me di axavtina xwe ya li wê derê de heqaretî tu sazî an jî şexsî nekir.Piştî ku me daxuyanî da re ne heqê min a tazmînatê dan ne jî parêznameya min girtin û bi vî awayî peymana min a kar fesh kirin.Ji me re gotin ku hûn derketine li ber kamerayan êdî tehemûlî encama wê jî bikin.”

Toprak di dawiya axavtina xwe de bang li çapemeniyê kir û got çima çapemenî ji vê yekê re bêdeng dimîne.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir