• DOLAR 32.485
  • EURO 34.758
  • ALTIN 2493.196
  • ...
Dapîra Fatma ji jiyana xwe ya 116 salî  çend bîranînên xwe anî ziman
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Fatma Kaçara 116 salî ya ku li navenda Bîngolê dijî  di nava koma însanên herî pîr ên cîhanê de cihê xwe digire.Dapîra Fatma ji gelek herban û xelayan re bûye şahid her çiqas emrê wê bûbe 116 sal dîsa dikare karên xwe bi tena serê xwe bike.

Dapîra Fatma di derbarê xwe de diyar kir ew a niha 116a salî ye û ev yek jî teqdîra Xweda ye, ew a niha ji ber ku bi sihhet e ji Xweda re şikir dike.

Dapîra Fatma ya ku 8 zarok û 174 neviyên wê hene ji ÎLKHAyê re qala serpêhatî û tiştên ku ji wan re bûye şahid anî ziman.

 “Însan tu tişt ji bona xwarinê nedidîtin”

Kaçar diyar kir ew di dema xelayê de heyata muhacirtiyê jiyaye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em di dema xelayê de li herema Rihayê dijiyan. Me wê demê gelek zehmetî kişand, dema ku ceh dikete destê me, me wî cehî dikeland û ava wê vedixwar.Însan nikaribûn tu tiştî peyde bikin.

“Zarok ji neza dimirin”

Kaçar di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji ber xelayê zarok ji birçîna dimirin û dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di heyama xelayê de em hatin kêviya golekê.Me li wê derê însanên ku miribûn dîtin.Em rasta ew qas zehmetiyên giran hatin ku dê û bavên ku zarokên wan dimirin mecbûr diman ku dev ji wan berdin û biçin.Ez ji van tiştan re bûme şahid.”

 “Gotin ku Şêx Seîd û hevalên wî yên dozê şehîd kirine”

Kaçar bi bîr anî ku Şêx Seîd û hevalên wî bi darve kirine û wan şehîd kirine.Kaçar dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku ew hatin şehîdkirin em li herema Rihayê bûn.Wê demê tu kes nikarîbû ji hev dû xeberê bistîne.Me xebera îdamkirina Şêxan bihîst.Dema ku Şêx Seîd Efendî îdam kirine berê wî ji qiblê vegerandine rexeke din, lê ceseda wî ya mibarek cardin vegeriyaye aliyê qiblê.Însan di nava hevdû de van diaxivin.Min ji wan van tiştan bihîst.”

 “Em hêj biçûk bûn ku em êtîm man, dêya min me mezin kir”

Hecî Tahîr û Salîh Kaçarê ku ji lawên Dapîra Fatma ne di debarê dêya xwe de wiha axivîn: “Em tevde 8 bira ne.Her wiha gelek zêde neviyên wê hene.Bavê me berî vê çendîn salî rehmet kir. Dêya min me mezin kir.A niha jî em lê mêze dikin.Em weke çavên xwe lê mêze dikin. Her tim ji me re duayan dike.Xwedê Teala her tim  him ji me re him jî jê re heyateke bi sihhet û bixêr nesîp bike.”

Îsa Kaçarê ji neviyên Fatma Kaçarî di derbarê dapîra xwe de diyar kir ew di vê emrê xwe de bi sihhet e ku ev yek jî mucîzeyeke Xweda ye.(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir