• DOLAR 32.371
  • EURO 35.011
  • ALTIN 2325.545
  • ...
Ji malbatên ku koçkirine re alîkarî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li malbatên ku ji ber bûyeran bi şiklekî neyînî bandordar bûne ji teref STK û Walîtiya Mêrdînê ve ji bo ku zêdetir mexdûr nebin alîkarî tê kirin.

Gor agahiyên ku ji çavkaniyên walitiyê hatine bidestxistin 3 hezar û 297 malbat li Midyadê, 2 hezar û 162 malbat li Artukluyê û hezar û 504 malbat li Qoserê sitirîne.

240 malbat li otêlan hatin bicîkirin

Bi Komeleya Turîzm û Otêlvanan a Mêrdînê (MARTOD) re protokolek hat îmzakirin. Hat diyarkirin ku 240 malbat li otêlan hatine bicîkirin. Dê ev mesref ji teref walîtiyê ve were têrkirin.

Her wiha hat ragihandin ku li 8 hezar û 62 malbat û 980 xwendekaran di bihayê 5 milyon 817 hezar û 536 lîre alîkariya neqdî hatiye kirin.

571 milyon 225 hezar lîre alîkarî hatiye kirin

Ji teref Midûrtiya Bajêr a Polîtîqayên Malbat û Civakî ve ji bo ku piştgirî li malbatan were kirin tehqîqat hatiye kirin. Piştî vê yekê  ji bo ku li malbatên niyazmend alîkarî were kirin ev daxwaz hat qebûl kirin. Li malbatên mexdûr yên ku li mavçeyên Qoser, Midyad û Kerboranê bi tevahî 571 milyon 225 hezar lîre alîkarî hatiye kirin

Alîkariyên STKyan

Wexfa Diyanetê 3 hezar û 500 pakêt xurek, 3 hezar û 500 betanî, 10 hezar û 750 ya ku bihayê wê bi tevahî 426 hezar û 250 lîreyî qartên kirrîn û firotinê, li 80 malbatan alîkariyên cil û bergê û 127 hezar û 320 nan belav kiriye.

Platforma Biratî û Alîkariyê ya Mêrdînê 2 hezar û 700 betanî, hezar û 200 pakêt xurek, 200 cot pêlav, li hezar û 500 kesan alîkariya cil û bergê, hezar û 185 pakêz bêzên zarokan, 100 pakêt ararot hatiye belavkirin.

Memur-Sen 2 hezar û 620 pakêt xurek belav kiriye û 300 kesan ji wek karker îstîxdam kiriye. (ÎLKHA)


 





Bu haberler de ilginizi çekebilir