• DOLAR 32.423
  • EURO 35.196
  • ALTIN 2325.22
  • ...
Esnafê Sûrê: Pêwîst e ku alîkarî li me bê kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Pevçûnên li navçeya Sûra Diyarbekir ya ku nêzê 4 meh in didome esnafê Sûrê bi şiklekî neyînî wan bandordar kiriye. Esnafê Sûrê ji ber ku çend meh in şer didome nikare kirêya xwe bide. Ji ber vê yekê wek esnaf wan xwestin ku alîkarî li wan were kirin.

Bi taybet esnafê Sûrê dixwaze ku di derbarê biryara gelemperîkirinê ya ku ji bo Sûrê hatiye dayîn de bên agahdarkirin.

Alaattîn Çavuşê ku 20 sal e esnaf e destnîşan kir bi taybet divê ku dewlet alîkarî li esnafê Sûrê bike. Her wiha Çavuş diyar kir bi ber ku 4 meh e li herêm şer heye ew wek esnaf nikare kirêya xwe bide. Ji ber vê yekê wî ji dewletê xwest ku dewlet an piştgiriya krediya bê faîz bide wan an jî hibe bide wan.  

 “Di derbarê gelemperîkirina Sûrê de divê ku xelk û esnafê Sûrê werin agahdarkirin”

Çavuş belav kir divê ku gelê Sûrê Di derbarê gelemperîkirina Sûrê de were agahdarkirin. Dûvre Çavuş axavtina xwe wiha domand: “Em baş nizanin ku armanca wan çiye. Gelo dema ku ev proje pêk were dê miqabilê behayê piyaseya dikanên me werin dayîn? Dê dewlet gor li ku vê behayê diyar bike? Di vê warê de em xwedî şek in. Di nav vê projeyê hêj jî nehatiye tîjekirin. Bes hat gelemperîkirin û rêya dadgehê hat asêkirin. Em nikarin di derbarê vê yekê de gilîdar jî bibin. Em hêvîdar in ku dewlet me mexdûr neke.”

Çavuş belav kir ev qempenyeya ku bi navê “Em kirrîn û firotina xwe li cem esnafê Sûr û Kaynartepê bikin” ya ku ji teref HUDA PARê ve hatiye destpêkirin wan gelek kêf xweş kiriye. Dûvre wiha dawî li axavtina xwe anî: “Serokê Bajêr a HUDA PARê û lijneya pê re roja înê me ziyaret kirin. Me alîkariyên ku ji teref HUDA PARê ve li esnafê Sûrê hat kirin jî bihîst. Çi madî çi manewî kî li nasnameya mirov mêze nake û alîkarî li her kesî dike Xwedê Teala hezar caran jê razî bibe.”

 “Hêviya me krediya bê faîz an jî hibe ye”

Ji esnafê Sûrê Abdulkadîr Guneş diyar kir hêvîdar in ku carek din ev şer neqewime. Guneş wiha pê de çû: “15 sal e ku ez li Sûrê esnafım. 4 mah e ku kirêya me nehatiye dayîn. Niha em hêvîdar in ku dewlet an krediya bê faîz en jî hîbe bide me. Lewra ji îro pê ve zehmet e ku em ji nû ve pêş ve bikevin. Em di derbarê dayîna kirê de zehmet dikêşin. 4 meh e ku dikanên me asê ne. Lê di gel vê yekê wexf ji me kirê distîne. Dewlet nayê rewşa me napirse. Înşaellah ev pirsgirêk dê ji holê rabin û dewlet alîkariya me bike.”

Omer Geçmezê ku esnaf e jî destnîşan kir divê ku dewlet ji bo esnafê Sûrê pere razîne û ev pirsgirêk û zirarên ku di holê de ne werin çareserkirin. Ji bo vê yekê jî divê ku komîsyonekê were saz kirin ku deruniya gel zêdetir xirab nebe.

Geçmez destnîşan kir ji bo ku zirarên gel were têrkirin pêwîst e ku komîsyonek were sazkirin. Her wiha Geçmez diyar kir qempenyeya ku ji teref HUDA PARê ve bi navê “Em kirrîn û firotina xwe li cem esnafê Sûr û Kaynartepê bikin” wan gelek kêfxweş kiriye.  (ÎLKHA)



 











Bu haberler de ilginizi çekebilir