• DOLAR 32.59
  • EURO 34.847
  • ALTIN 2492.524
  • ...
Yavuz di derbarê rojevê de daxuyaniyên mûhîm da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yavuz di bernamê de di derbarê xelasbûna pêvajoya bêpevçûniyê de diyar kir piştî ku ev pêvajo xelasbû re ew siyaseta çalan ji bona xelkê heremê bû bobelat û felaketek.Yavuz dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji bona heremên pevçûnan gelo çareseriyek heye? Na! Pevçûn berdewam dikin.Însan dimrin, malên wan dişewitin, bajar tên tehrîbkirin.Însanên me di warên xwe de bûne parsek.Dîmenên mîna yên Sûriyê li heremê tên dîtin.Însan dereke ku serê xwe bixine digerin.Em wek HUDA PARê ji van haydar in.Lê gelo çareserî heye? Na! Em wek HUDA PARê sekinîn.Û me destekê da wan însanên ku me ji wan bawer dikir ku ew ê vê meselê çareser bikin.Lê ew tiştên ku me ji siyasetê hêvî dikir qet çênebû û ev pirsgirêk hêj berdewam dike.”

“Çawa ku em rastiyan dibêjin em ê xeletiyan jî bibêjin”

Yavuz di berdewama axavtina xwe de di derbarê mijara Tirkîtî û laîktiyê de jî diyar kir li ser laîktiyê zilm li Mislimanan hat kirin û ji ser Tirkîtiyê jî temamên Mislimanên ku ne Tirk in xistin hedefên xwe.Yavuz dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber ku ew zêhniyeta faşîst û laîk naxwazxe xeletîyên xwe bibîne, însan bertek nîşanî vê yekê didin û reaksîyonên xwe bilind dikin. Her weke ku tê zanîn di wextê wê de gelek tişt hatin qedexekirin.Başe, gelo di encama van qedexeyan de çi çêbû? Rêxistina PKKê çêbû. Tu ji vê re bûyî sebeb.Yên ku qedexeyan danî tu bûyî. Em muxalefeteke Îslamî ne. Em piştgirîyê didin tiştên ku rast in. Encax tiştên ku tên kirin kêm in. Li vî welatî organa qanûnê ya herî bilind TBMM ye. Dema ku li TBMMê Sûreta Fatîhayê tê xwendin ev xwendin di zabitnameyan de wek Xê tê qeydkirin ku ev X jî tê wateya tiştê ku nayê zanîn. Ev sîstem ji te re wiha dibêje “Dibê ku  qenaleke bi navê TRT Kurdî hebe, di ajansan de beşa Kurdî hebe, tu dikarî fealîyetên Kurdî tertîb bike; lê heger tu vê Kurdiyê vekşîne qada gelemperî  ez ê wê demê ji te re bibêjim bisekine.”Lewra ev sîstem li ser vê yekê hatiye avakirin. Jixwe çavkaniya pirsgirêkê jî ev e. Em çawa ku tiştên rast dibêjin em ê tiştên xelet jî bibêjin.”

 “Divê Kurdî bê serbestkirin û pênasa hemwelatîyê bê guhartin”

Yavuz di berdewama axavtina xwe de diyar kir di xala çareseriya Meseleya Kurd de pêşniyazên wan hene û ew di her fersenda ku bi dest dixin de van parve dikin.Yavuz dûvre wiha pê de çû: “ Kurdî, ayetek ji ayetên Xweda Teala ye.Xweda Teala di Ayeta 22emîn a Sûreya Rûmê de dibêje ‘Ziman û rengên we ji ayetên min in.’ Heger bi vî awayî be  ev ziman bila li her qada jiyanê de bê bikaranîn. Divê Serokkomar an jî Serokwezîr derkevin û bibêjin; perwerdehiya bi zimanê zikmakî heqê bingeh a birayên min Kurd e, ev heq heta niha nehat dayîn ku ev yek çî xelet e.Ji bona ku ev alozî û pevçûn ji holê rabibe em ê heqê birayên xwe a niha îadeyî wan bikin.’ Dema ku van tiştan gotin jixwe ew ê ev tişt çareser bibe.”

Yavuz di derbarê gotinên ‘Hemû kes Tirk e’ de jî nirxandinek kir.Yavuz di axavtina xwe de diyar kir divê dev ji polîtîkayên înkar û asîmîlekirine bên berdan û dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Heke dev ji vê yekê bê berdan ew ê wê demê pirsgirêk ji ber xwe çareser bibe.Dema ku we vê yekê kir êdî  tu kes nema dikare zarokên me derxîne serê çiyan.Ev bû 40 sal ku dibêjin çareserî, çareserî.Lê bêencam dimîne. Di vê mijarê de du pêşniyazên me yên  çareseriyê yên bingeh hene; a yekem  bi Kurdî an jî bi zimaneke din dema ku telebeke têr û tije hebe, însan bila bi zimanên xwe yê zikmakî perwerdehiyê bibînin.A duyemîn jî  divê pênasa hemwelatîyê bê guhartin. Di makeqanûna 1982an de tê gotin ku hemû kesên ku bi pêwendiya hemwelatîyê girêdayiyê Komara Tirkiyê ye Tirk in.Ev yek bi tena serê xwe xeletiyek e. Li vî welatî hemû kes ne Tirk e. Divê di makeqanûnê de bê gotin hemû kesên ku li vî welatî dijîn hemwelatîyê vî welatî ne.Bi vî avayî ew ê ev pirsgirêk bê çareserkirin.”

Yavuz di dawiya axavtina xwe de diyar kir  HUDA PAR partiya dozekê ye û ew haydar in ku ew ji bona hidayeta însanan divê gelekî zêde bixebitin, her wiha ew bi şiûra vê haydar û zanebûnê  tevdigerin.(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir