Korsanê ku balafira rêwiyan revand teslîm bû
Korsanê ku balafirê Misrê ji Balafirgeha Îskenderiyeyê revandibû teslîm bû.
Her weke ku tê zanîn îro di wextên şeveqê de li bajêra Îskenderiyeya Misrê balafirek hatibû revandin.Korsanê bi navê Îbrahîm Semahayê ku balafirê revandibû teslîm bû.
Hat hînbûn kesê ku balafirê revandiye tu pêwendiya wî bi rêxistinekî re tune ye.
Hêj nayê zanîn Semaha, ji bona çi balafirê revandiye.Her wiha hat hînbûn tu tişt biserê 62 kesê ku di balafirê de bûn nehatiye.(ÎLKHA)