Li Şernexê bilançoya 14 rojan: 104 kuştî
Hat ragihandin di operasyonên ku ji 14ê Adarê vir ve li Şernexê berdewam dikin de tevde 104 PKKyî hatine kuştin û ji sedî 25ê operasyonan hatiye temamkirin.
Her weke ku tê zanîn li navenda bajêra Şernexê di 14ê Adarê de qedexeya derketina derve hatibû îlankirin.Di encama operasyonên ku ev bû 14 roj berdewam dikin de tev de 104 PKKyî hatin kuştin.
Her wiha hat ragihandin li navenda bajêr tevde 60 barîkat hatine rakirin û 12 çal jî hatine girtin.(ÎLKHA)