• DOLAR 32.591
  • EURO 34.782
  • ALTIN 2505.43
  • ...
Li Sûrê mal yek bi yek tên xerakirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tê zanîn li 5 Taxên Sûrê hêj qedexeya derketina derve berdewam dike.Her wiha hat destnîşankirin li Sûrê malên ku di pevçûnan de zirar dîtine yek bi yek tên xerakirin û li derdora taxê hêj karên danîna blokên betonan berdewam dike.

Ji ber pevçûnên ku li Sûrê derketin hema hema mala ku zirar nedîtiye nîne.Li navçê malên ku zirar dîtine bi mekîneyên kar tên xerakirin.Ji ber xerakirina xanîyan eşya û têkberên di malan de di bin molozan de dimînin. Kavil û xirabeyên xanîyan ji herema ku li Zanîngeha Dîcleyê hatibû diyarkirin re tên kişandin.Her wiha li derdora taxê blokên betonan tên bicîkirin.

Ji xeynî van hat diyarkirin ji ber qedexe û pevçûnan ji zêdetirî 23 hezar kesî li navçê malên xwe terk kirine. Dîmen û fotografên ku ji Taxa Hasirliya Sûrê hatine girtin dîmenên li Sûriyê tînin bîra mirovan ku tu ferq di naveyna wan de tune ye.(ÎLKHA)





































Bu haberler de ilginizi çekebilir