Di kona Sûriyeyiyan de şewat: 3 zarok mirin
Li navçeya Kerborana Mêrdînê di qada konan de şewat derket. 3 zarok jiyana xwe ji dest dan û 6 kes jî birîndar bûn.
Li navçeya Kerborana Mêrdînê di qada konan de di 2 konan de şewat derket. Gor agahiyên hatine bidestxistin 3 zarok jiyana xwe ji dest dan û 6 kes jî birîndar bûn.
Tê guman kirin ku sedema vê şewatê ji ber saca pijandina nane ya ku di pirêzê de hatiye bîrkirin e. (ÎLKHA)