• DOLAR 32.352
  • EURO 35.139
  • ALTIN 2308.306
  • ...
Hêviyên nişteciyên Sûrê di nabeyna xwelî û xurdeyan de
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Sûrê ji ber ku pevçûn derket mal û avahiyên wan hat texrîb kirin. Karûbarên van texrîbatan didome. Xwelî û xurdeyên ku bi destûra Waliyê Diyarbekirê ji teref wesayîtên DSÎyê tê berhevkirin û li qada Zanîngeha Dîcleyê tê rijandin. Ji ber vê yekê gelê Sûrê bi hêviya dîtina eşyayên xwe tê vir.

Rewşa mexdûrên Sûrê yên ku li ser xwelî û xurdeyên navçeyên li pey eşyayên xwe digerin hinava mirov dişewitîne. Dema ku mirov bala xwe dide dîmenan mexdûrên Sûrê dirêj dirêj li navçeyê dinêrin.

Her wiha lîstokên şikestî, defter, pirtûk û wêneyên ku di nav ax û xurabê de mane mexdûriyeta gelê Sûrê carek din tîne ber çavan.

Bes kesên mexdûr nayên vir. Ji xeynî maxdûrên Sûrê kesên ku aboriya xwe ji hesinan têr dikin tên ciyê hefriyatê. (ÎLKHA)



 



































Bu haberler de ilginizi çekebilir