• DOLAR 32.367
  • EURO 34.974
  • ALTIN 2325.254
  • ...
 "Gel ji bo paşerojê diltirs e"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Nivîskar- Rojnamevan Hasan Sabaz li Entabê beşdarê bernameya bi navê ‘Mistez’efên Cîhanê yên Doh Heta Îro’ ya ku ji teref Şaxa Entabê ve hat lidarxistin bû. Sabaz di derbarê pêvajoya pevçûnên ku çendîn meh in didome de nirxandin kir.

Sabaz diyar kir ku PKK wekê salên 90an li pey hişmendî û îdeolojiya Marksîstê ye û hikûmeta îro jî gor hikûmeta salên 90an çêtir e lê dîsa raya giştî nizane ku gelo pitştê perdê çi pêk tê an jî diqewime.

Sabaz wiha diyar kir: “Rastî guhertinekê mezin di derbarê hişmendî û mantiqa dewletê de tune. Berê çawa bû niha jî wisa ye. Di salên 90an de mirin zêde çêdibû. Di derbarê vê yekê de hikûmeta îro ji hikûmeta wê çaxê çêtir e. Lê qey ev dîmenên di holê de ne. Piştî qemeran çi diqewime em nizanin. Ji bo dewletê pêvajoyekê wiha heye.”

Di derbarê şerê ku PKKê kişandiye nav bajêran de Sabaz wiha axivî: “Ji bo PKKê jî divê ku em vê yekê qebûl bikin. Ev rêxistin li pey îdeolojiya Marksîst a Klasîk diçe. Vê yekê qet terk nekiriye. Li vir berjewendiyên partiyê ji her tiştê girîngtir e. Divê ku hinek kes xwe ji bo partiyê fida bikin. Nexwe di nav partiyê de înfaz çêdibe. Ev yek di salên 90an de wiha bû îro jî wiha ye. Piştî ku pevçûnên Sûr û Cizîrê qediya PKK hewl dide ku vê şerê bikêşe derên din. PKK bi taybet hewl dide ku ji qezencên Sûrê parekê bigire. Ji ber vê yekê hewl dide ku zextê pêk bîne û bi vê zextê re raya giştî ya navneteweyî bixe hereketê. ji ber vê yekê li derên cûda de çalakiyên xwe didomîne.”

Sabaz belav kir ev bûyerên ku diqewimin bi têkiliyên PYD-DYEyê re eleqedar in. Dûvre Sabaz axavtina xwe wiha domand: “Dibe ku piştî Geverê li derên din jî ev şer derkeve. Wekê ku min got hêj jî berjewendiyên wan li ser Rojavayê hene. DYE li wir karên xwe bi PYD û YPGê dide domandin. Vê yekê jî DYE eşkere diyar kir. PKK û PYD li DYEyê ewle ne û hewl dide ku li ser vê yekê berjewendî bidest bixe. Ev bûyerê û texrîbatên ku nav gel de diqewime wan eleqedar nake.” (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir