Li Rihayê êrîş li wesayîta leşkeran hat kirin: 3 birîndar
Li navçeya Swêrega Rihayê di dema derbasbûna wesayîta leşkeran de teqîn pêk hat. 3 leşker birîndar bûn.
Li ser Rêbeja Siwêreg-Wêranşarê bombeya ku hatibû bicîkirin di dema derbasbûna wesayîta leşkeran de hat teqandin. Hat rfagihandin ku di encama teqînê de 3 leşker birîndar bûne.
Di ciyê bûyerê de pêşgiriya ewlehiyê hat girtin û leşkerên birîndar bi ambulansan birin nexweşxanê. Wê hûrgilî werin…