• DOLAR 32.453
  • EURO 35.102
  • ALTIN 2323.25
  • ...
Medrese bi duayan hat vekirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Miftiyê Bajêra Êlihê Turgut Erhan, miftiyên navçeyan, Serokê Yekîtiya Medrese û Aliman Mela Enwer Kiliçarslan, alimên ku endamê Îttîhadul Ulemayê ne û gelek alim û rîspiyên heremê beşdarî bernameya vekirina medresê bûn.

Bername bi tîlaweta Qur’anê dest pê kir û bi axavtina destpêkê yê Mehmet Taha Baran berdewam kir.Baran di axavtina xwe ya ku kir de diyar kir medrese cihên ilmê ne û di dewra pêxemberê me de dest pê kirine.Baran dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Herema me him ji aliyê madî ve him ji aliyê manewî ve ji pêvajoyeke zehmet  derbas dibe.Xortê me ketine nava çiravê.Divê em li wan xortên xwe yên ku têketine nava çiravê xwedî derkevin.Heger  em vê yekê nekin bobelat û felaketên mezin li benda me ye.”

“Ji bona izzeta Îslamê karibe bê muhafezekirina divê xwedî li medreseyan bê derketin”

Di berdewama bernamê de Miftiyê Bajêra Êlihê Turgut Erhan jî axavtinek kir.Erhan di axavtina ku kir de qala girîngîya medreseyam kir û wiha destnîşankir: “Ji bona izzeta Îslamê karibe bê muhafezekirina divê xwedî li medreseyan bê derketin.Medrese ji bona nîşandana heq û heqîqetê hene.Her wiha ji bona ku em karibin izzeta Îslamê muhafeze bikin û wehdetê pêk bînin hebûna medreseyan pêwîst e.”(ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir