• DOLAR 32.373
  • EURO 34.971
  • ALTIN 2325.43
  • ...
Komîteya tertîba Newrozê hat binçavkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tê zanîn Taxa Kuçê(Medya) berî niha bi pirsgirêka kevirên parkê hatibû rojevê ku  vêcar jî bi pirsgirêkeke din hate rojevê.

Her weke ku tê zanîn berî vê rojekê li taxa ku qala wê dihat kirin gelek paletê kevirên parkeyê hatibûn danîn ku ev yek jî bûbû sedem bê fêmkirin tê xwestin şer bikşînin taxê. Ev îddîaya haziriyên şer xelkê diltirs kiribûn.

Îkameta fermî yên bi hezaran kesê ku li taxa Kuçê  dijîn tune ye

Li Taxa Kuçeya ku di sînorên Şaredariya Kayapinarê de ye êdî bi pirsgirêkeke din hate rojevê.Ji bona taxê tê diyarkirin  qeyda adresê yên ku li taxê îkamet dikin tuneye.Nîştecihên taxê di derbarê mijarê de diyarkirin ji ber ku adresa wan tune ye ji xizmetên perwerdehî û tenduristiyê ew mahrum dimînin û ew her çiqas çendîn carî ji bona vê pirsgirêkê çûbûn şaraderiyê jî çûyîna wan bê encam maye.

Kesa bi navê Seher  Turan a ku li taxê dijî di derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re axivî û diyar kir ji ber ku adresa wê tune ye ew rasta gelek mexdûriyetan tê, zarokên wê nikarin biçin mektebê û her wiha ew ji xizmetên mîna perwerdehî û tenduristiyê mahrum dimînin.

 “Ji ber ku em feqîr in me naxin cihê însanan”

Her wiha di derbarê mijarê de ji nîştecihên taxê ya bi navê Halîme Turan jî got ku ew dixwazin demeke kurt de qeydên wan a adresan bên çêkirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em rasta gelek mexdûriyetan hatin.Bila kesên rayedar halê me bibînin.”Her wiha pîrekeke din ji ber ku tedîrgîn bû nexwast navê xwe bide di derbarê mijarê de diyar kir  ji ber ku ew feqîr in ji teref sazîyên ku ew serîlêdanên xwe lê dikin ve wek însanan nayên hesibandin.

Emîne Ustundaga ku nişteciha taxê bû jî got ku ji ber ku navnîşanên wan ên fermî tune ye zarokên wê di mijara çûyîna mektebê de zehmetiyê dikşînin û her wiha digel vê zehmetiyê ew di karên fermî yên mîna tenduristî, alîkariyê civakî û di mijarên din de jî  mexdûr dibin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ne postavan tê ne jî tiştekî din. Diviyabû adresa me hebana.Me dîlekçeya xwe daye muxtar lê ev mexdûrtîya me ev bû bi salan berdewam dike.”

 “Em jî dixwazin xizmeta tenduristiyê bibînin”

Kesa bi navê Amber Baran jî di derbarê mijarê de diyar kir ji ber ku navnîşana mala wê tune ye  ew navê tax, kuçe û nimreya mala xwe nizane û dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em dixwazin alîkariya komirê bistînin lê em nikarin bistînin.Em dixwazin zarokên xwe bişînin mektebê lê em nikarin bişînin.Her wiha ji xizmetan jî mahrûm dimînin. Lewra adresa me ya fermî tune ye.”

“Zarokên min ji perwerdehî û tenduristiyê mahrûm in”

Kesê bi navê Mehmet Bozdag ê ku ev bû 2 sal li wê heremê dijî di derbarê rewşa xwe de wiha axivî: “Ji bona girtina adresê me gelek hewl da.Ji bona perwerdehiya zarokan adres pêwîst bû, lê adresa me tune bû.Me serîlêdana xwe li şaredarîyê kir lê bêencam ma.Min bi alîkariya naskirîyên xwe bi sed zehmetî zarokên xwe li mektebê qeyd kir. Lê ji min re 970 tl ceza hat.Bi kurtasî em di rewşeke xirab û nebaş de ne.”(ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir