"Bi vê zihniyetê Meseleya Kurd çareser nabe"
Her weke ku tê zanîn Wezîrê Zîraetê yê Kurdistana Başûr Abdussettar Mecîd doh beşdarî Fuara Teknolojiyên Zeviyê ya li Qonyayê bûbû û li wê derê nehiştibûn ku Mecîd bi Kurdî bipeyive.HUDA PAR ji vê astengkirinê re bertek nîşan da.
Di derbarê mijarê de ji teref Navenda Giştî ve daxuyaniyek hat dayîn.Di daxuyaniya ku hat dayîn de wiha hat diyarkirin: “Her weke ku tê zanîn di navbera 23-27ê Adarê de li Qonyayê Fuara Teknolojiyên Zeviyê hatibû lidarxistin ku Wezîrê Zîraetê yê Kurdistana Başûr Abdussettar Mecîd jî dawetî vê fuarê kiribûn. Wezîrê Zîraetê yê Kurdistana Başûr Abdussettar Mecîd beşdarî vê fuarê bû, lê Mecîd li vê derê rasta astengiyan hat. Mecîd li fuarê di destpêka fuarê de xwest de axavtina xwe bi Kurdî bike lê ji teref Komîteya Haziriya Fuarê ve axavtina wî hat astengkirin û jê re hat gotin ku bi zimaneke din biaxive ku ev yek bênezaketî ye.”
“Ev bûyer nîşan dide ku hêj politikaya asîmîlasyon, înkar û redê nehatiye terkkirin”
Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ev bûyer nîşan dide ku hêj politikaya asîmîlasyon, înkar û redê nehatiye terkkirin û wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “Xwe îfadekirina bi zimanê xwe ango bi zimanê zikmakî ji ayatên Xweda Teala ye û her wiha ji nirxên herî bingeh a mirovahiyê ye. Astengkirina îfadekirina bi zimanê xwe tezahura zihnîyeta faşîst û bawerhişkî ye.Her weke ku tê zanîn di van salên dawî de ji bona çareseriya vê meseleya Kurd a ku ev nêzî qernekê berdewam dike gavinan hatin avêtin ku ev geşedanî, berevajiya vê îradê cardin nîşan da ku hêj ew polîtîkaya red, asîmîle û înkarê ya heyama cumhuriyetê berdewam dike û nehatiye terkkirin.”
“Ev bûyer têgihiştina dewleta malûm nîşan dide ku nehatiye guhartin”
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat diyarkirin: “Em we têgihiştina dewleta ku mafên însanî yên Kurdan di bin navê Pêvajoya Çareseriyê de ji çekên rêxistinê endeks dike û dike mijara bazarê bi pirsgirêk û çewt dibînin. Her wiha ev têgihiştin piştî ku pêvajoya bêpevçûniyê xelas bû re rêxistinê di warê Meseleya Kurd de wek muxatabekî tenê dît û dîsa ev têgihiştin temamê xelkê weke ku li pey vê rêxistinê ye hesiband û hewl da da ku xelkê Kurd ceza bike. Em van her du zêhniyetan jî çewt û xelet dibînin. Bi vê bûyera ku pêk hat cardin derket holê ku têgihiştina dewleta malûm û rexê hikûmetê ya di derbarê Meseleya Kurd de nehatiye guhartin.
“Hikûmet divê hisabê vê bênezaketiyê ji kesên berpirsîyar bipirse û divê ji xelkê Kurd lê borînê bixwaze”
Di dawiya daxuyaniya ku hatiye dayîn de hat diyarkirin divê hisabê vê yekê bê pirsin û di serî de ji xelkê Kurd û her wiha ji Birêvebiriya Herema Kurdistana Başûr pêwîst e lêborîn bê xwestin û wiha dawî li daxuyaniyê hat anîn: “Hikûmeta a niha di her firsedê de diyar dike ku li Tirkiyê li ber axavtina milletên din bi zimanê xwe nexasim li ber axavtina zimanê zikmakî ya Kurdan de tu pirsgirêk nemaye.Em dixwazin bê zanîn ku em ê bibin taqîbkerên vê bûyera ku berevajiya îddîaya wan pêk hatiye û yên mîna van. Hikûmet divê hisabê vê bênezaketiyê ji kesên berpirsîyar bipirse û divê ji Birêveberiya Herema Kurdistana Başûr ji Wezîrê Zîraetê Abdussetar Mecîd û ji xelkê Kurd lê borînê bixwaze.”(ÎLKHA)