• DOLAR 32.571
  • EURO 35.039
  • ALTIN 2428.002
  • ...
 'Darbeya 28ê Sibatê bi piştevaniya Emrîka û Îsraîlê hat kirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Lêkolîner û Nivîskar Sadullah Aydin di derbarê darbeya 28ê Sibatê de nirxandinan kir û diyar kir 28ê Sibatê rasterast li dijî mislimanên ku ji xewa xefletê hişyar bûne hat kirin û ev derbeya ku hatibû kirin jî bi piştevanî û destaka Emrîka û Îsraîlê hatiye kirin.

Ev tam 19 sal ji ser darbeya 28ê Sibatê ya ku li dijî heyata Îslamî ya Tirkiyê hatibû kirin derbas bû. Ji ber munasebeta salvegera 28ê Sibatê Lêkolîner û Nivîskar Sadullah Aydin nirxandinan kir û diyar kir derbeya 28ê Sibatê bi piştevaniya Emrîka û Îsraîlê hatiye kirin.

 “Xerb ev bû 2 qern ku bi projeyên mîna 28ê Sibatê bi Îslamê re şer dike”

Aydin di berdewama axavtina xwe de diyar kir emperyalîzm Îslamê ji xwe re asteng û dijmin dihesibîne û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Xerb dînê Îslamê û jiyana Îslamî ji xwe re wek neyar dibîne û qet tehemmulî fikr û nirxên Îslamî nake. Her wiha xerb bi wasitaya uşaqên xwe yên mehelî êş û zehmetiyê dide Mislimanan.Ew darbeya 28ê Sibatê ya ku hat kirin li dijî Mislimanan êrîşa herî wehşîyane bû.”

Aydin di dawiya axavtina xwe de diyar kir di pêvajoya 28ê Sibatê de dewlemendiyên welêt hatin talankirin û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Di 28ê Sibatê de bi temamê derfet û îmkanên dewletê hewl hat dayîn da ku heyata Îslamî tine bikin.Ev pêvajo bi destê dewletê hat meşandin.Ev yek  li ser navê demokrasî, laîktî û li ser navê parastina Ataturk hat kirin.Di vê dewra tarî de şerq û hevkarên wî yên meheli welat weke malê bavên xwe talan kirin û dewlemendiyê welêt ji hevdû re peşkeş kirin.”(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir