• DOLAR 32.58
  • EURO 34.927
  • ALTIN 2441.556
  • ...
Di robarê de cesedê dergûşa ku nû hatiye dinê hat dîtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di dêma Suleymaniyeyê a nevçeya Halîliyeyê ya navenda Rihayê de di Robara Karakoyun de cesedê dergûşekê a ku nû hatiye dinê hat dîtin.

Gor agahiyên hatine bidest xistin ev bûyer di Taxa Suleymaniyeya ku girêdayê navçeya Halîliyeya Rihayê ye de di Robara Karakoyun de qewimî. Termê bebekê di derdora saet 11.00an de ji teref gel ve hat dîtin.

Li ser îxbar kirinê polês hatin ciyê bûyerê. Hat dîtin ku ev dergûşa ku nû hatiye dinê di nav poşetekê reş de wek pêçandî hatiye avêtin.

Dûvre vekuj hat ciyê bûyerê. Ev cesed ji teref vekujê ve hat derxistin. Polêsan ve cesedê teslîm girtin.

 Di derbarê bûyerê de tehqîqet hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir