• DOLAR 32.385
  • EURO 35.067
  • ALTIN 2326.35
  • ...
 "Ji 90 hezarî zêdetir kes muracatî îmtîhana sîyerê kir"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berdevkê Platforma Evîndarên Pêxemberên Adnan Akgonul di derbarê îmtîhana sîyerê ya ku wê sibe bê kirin de diyar kir ji 90 hezarî zêdetir kes muracatî îmtîhanê kir.Li gor berdevkê platformê îmtîhan wê li 110 navenda bê kirin.

Akgonul di berdewama axavtina xwe de diyar kir li gor sala çûyî hejmera kesên ku ew ê têkevin îmtîhanê du qet zêde bûye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Îsal hejmera kesên ku qeyda xwe li îmtîhanê kirine ji 90 hezarî zêdetir e. Sala borî nêzî 40 hezar kesî serlêdan kiribû.Xwedê nesîb bike wê îmtîhaneke xweş çêbibe.”

Akgonul di berdewama axavtina xwe de diyar kir li hinek bajêr û navçeyan ji bona îmtîhanê ji teref midûrtiyên perwerdehîyê ya neteweyî yên bajêr û navçeyan ve mekteb nehatine tahsîskirin, Akgonul ji vê yekê re bertek nîşan da û got ku ev tişteke nexweş e.

Akgonul di dawiya axavtina xwe ji kesên ku ew ê têkevin îmtîhanê re serkeftin xwest.(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir