• DOLAR 32.485
  • EURO 34.758
  • ALTIN 2493.196
  • ...
Di xutbeya înê de ji siyaseta çalan re bertek
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Îmam Xatîbê Camiya Mezin Osman Yagmur di xutbeya înê de siyaseta çalan a PKKê rexne kir û diyar kir ev yek tişteke ne rast e.

“Ev tişt ji ber tiştên ku me kirine tên serê me”

Yagmur di berdewama xutbeya xwe de di derbarê mijarê de wiha axivî: “Divê em van êş û zehmetiyên di vê civakê de baş tahlîl bikin. Em car car sedem û çavkaniya van zehmetîyan difikirin.Ev bela û musibet çima hatin serê me?Çima hizûra me xera bû?Çima însan malên xwe diterikenin.Sedema van êş û eleman kiryarên me ne. Muqabeleya amelên me ne.Muqabeleya kiryarên me yên nebaş  Xwedê Teala van tiştan derdixê pêşîya me. Heta ku civatek  hal û weziyeta xwe naguherîne  û heta ku li dijî tiştê xelet nesekine  Xwedê Teala wê bela û musîbetê def neke.Ji ber vê yekê divê civak kiryarên xwe ji ber çavên xwe derbas bike û divê mirovahî xwe biguherîne.”

“Birayên min welleh, billeh ev siyaseta xendekan xelet e”

Yagmur ji siyaseta çalan a PKKê re bertek nîşan da û wiha axivî: “Birayên min welleh, billeh ev siyaseta hendekan a PKKê xelet e. Tu îzaha vê ma heye? Kesên Misliman divê werin ser hişê xwe.Naxwe xezaba Xwedê wê vê civakê helak bike.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir