• DOLAR 32.607
  • EURO 34.745
  • ALTIN 2497.519
  • ...
Duh wî tehdîd kirin îro hewl dan wî bikujin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hunermendê Kurd Çiyager(Mehmet Karakuş)  îro dema ku dikir ji mala xwe derkeve rasta êrîşê hat. Di êrîşa bi cineh de Hunermend Çiyager giran birîndar bû.Çiyager di derbarê êrîşa ku hat kirin de diyar kir ew wan kesên êrîşkar nas dike û ew êrîşkar PKKyî ne.

Çiyagerê ku di êrîşê de giran birîndar bûbû serê şeveqê rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddînê Eyyubî û dûvre jî wî sewqî Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê kiribûn. Çiyagerê ku di êrîşê de gelek hestiyên wî şikestibûn xistin ameliyatê.Li gor agahîyan ji ber tesîra derbeyan di çavakî wî de pirsgirêk derketîye û ew ê wî têxin ameliyateke din.

 “Ji ber gef xwarinan ez ê îro çûbana dozgeriyê”

Çiyagerê ku di êrîşê de birîndar bûbû di derbarê êrîşê de ji Ajansa Nûçeyan a Îlkê re axivî û diyar kir ji ber daxuyaniyên ku wî di derbarê PKK/HDPê de kiribû  gelek tehdîd lê tên kirin û ew ê ji ber van tehdîdan îro çûbana muracatî dozgeriyê kiribana.

Kesên ku êrîş kirin 5 kes bûn

Çiyager diyar kir di derdora seat 07.30an de dema ku wî dikir ji mala xwe ya li Seyrantepê derkeve û biçî karê xwe êrîşa 5 kesan hatiye û ew wan kesên êrîşkar nasdike.

 “Hisaba wî ya Faceyê hatibû bidestxistin, hûnê bibînin hê ew ê çi tişt bên şikandin”

Hat dîtin hisabên wî yên civakî hatine hackkirin û tê de notên tehdîdan hatine bicîkirin.

Di hisabên ku berî vê çend rojan hatibûn hackkirin de ev tişt hatibûn nivîsandin: “Ji ber parvekirinên ku kiriye hisabê wî ya Facê hatiye şikandin û hûn ê bibînin hê çi tişt bên şikandin.”

Piştî van tiştan îro bi cinahan bi teşebusa kuştinê êrîş birin li ser wî.(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir