• DOLAR 32.496
  • EURO 34.956
  • ALTIN 2429.44
  • ...
Êrîşî Hunermend Çiyager kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hunermendê Kurd Çiyagerê ku di derbarê PKK/HDP/KJAyê de daxuyaniyên girîng dabû vê şeveqê rastî êrîşê hat.Êrîş, ji teref kesên nasnameyên wan nediyar ve hat kirin.

Hat ragihandin Çiyagerê ku rastî êrîşê hatiye bi derbeyên cinehan giran birîndar bûye û wî rakirine nexweşxanê.

Çiyagerê ku bi derbeyên cinehan giran birîndar bûbû rakririn Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddînê Eyyubî û dûvre û wî sewqî Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê kirin.Hat ragihandin ji ber êrîşê ser, dest û gelek hestiyên laşê wî şikestine. Li gor agahîyan rewşa Çiyager giran e û a niha jî di ameliyatê de ye.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin bûyer îro di seat 08.00an de pêk hat.Dema ku Çiyager ji malê xwe derdiket ji teref kesên nasnameyên wan nediyar ve êrîş lê hat kirin.Çiyager di demên dawî de di derbarê HDP/PKKê û alozî û tevlîhevîyên ku li heremê tê xwestin derxistin de agahî û daxuyaniyên girîng dabûn.

Çiyager berî niha ji Ajansa Nûçeyan a Îlkê re axivîbû û di derbarê tiştên ku bûbû şahid de anîbû ziman û diyar kiribû kesên ku van rastiyan naxwazin bibînin ew ê gelek tiştan winda bikin.(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir