• DOLAR 32.598
  • EURO 34.803
  • ALTIN 2408.896
  • ...
Rewşa dilşewat a xelkê Sûrê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Sûra Amedê ev bû 58 roj ku qedexeya derketina derve berdewam dike, li navçê hêj kolana çalan û danîna barîkatan berdewam dike ku ev yek jî dibe sedema koçkirinan.Xelkê navçê ji ber bûyerên ku diqewimin nîşan kirin  him dewlet û him jî HDP/PKK wan mexdûr dike û ji rewşê re wiha  bertek nîşan dan ‘ Di vê zivistanê de wê me ji malên me derxist , ji bona çi? Kîjan doz ji bona xelkê, van tiştan li xelkê dike û kîjan dewlet bi vî awayî li xelkê xwe xwedî derdikeve?”

 “Dewlet bi qasî ku li Sûriyeyîyan û HDP jî bi qasî ku li Êzîdiyan xwedî derket li Kurdan xwedî derneketin”

Pîreka ku navçê terk dikir û nedixwest navê xwe eşkere bike di derbarê mijarê de wiha axivî: “Dema ku em nîvê şevê şiyar bûn qey qiyamet pêk hatibû. Dengê pevçûnan dihat û dest bi kolana çalan kiribûn.Bi çekan hatibûn devê deriyê mala me.Ew kesên ku ji xwe re dibêjin em Kurd in me ji mala me derxistin.Em jî mecbûr man ku malên xwe biterikînin.PKK me tehdîd kir û nîv seat muhlet da me.Bû şeveq, vêcar jî polês bang li me kir da ku em ji malên xwe derkevin.Çi tişt hatibe serê me ji teref wan kesên ku dibêjin em mafên Kurdan diparêzin hat.Kesên Êzîdî anîn li taxê bi cî kirin û Kurdên Misliman jî mişext kirin. Dewlet bi qasî ku li Sûriyeyîyan û HDP jî bi qasî ku li Êzîdiyan xwedî derket li Kurdan xwedî derneketin.”

 “Çima Demîrtaş di nava van barîkat û çalan de najî”

Pîrekekê din a ku nedixwest navê xwe bide gazinên xwe wiha anî ziman: “Em xelkê Kurd in û em mexdûr in. Çi tişt li bajêra me hate serê me? Ev e azadiya we? Xwedê Teala heqê me ji Selahaddîn Demîrtaş re nehêle.Xwedê Teala bela xwe bide Demîrtaş.Heke ew ji Kurdan gelekî hez dike û wan diparêze bila bê di bin siya çekan û berikan de bijî, çima nayê di nava barîkat û çalan de najî? Hemû tişt tê serê mislimanên mîna me.Ka li kû ne ew kesên ku ji xwe re dibêjin em Kurd in?”(ÎLKHA)

 



























Bu haberler de ilginizi çekebilir