Li Bazîdê 6 PKKyî hatin girtin
Li navçeya Bazîda Agiriyê 6 kesên ku tê diyarkirin di çarçoveya fealîyetên PKK/KCKê de hevkarîtî kirine hatin girtin.
Di derbarê mijarê de ji teref Walîtiya Agiriyê ve daxuyanîyek hat dayîn.Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat diyarkirin ji bona kesên ku alîkariya fealîyetên PKK/KCK dikin werin girtin operasyon hatine destpêkirin, di encama operasyonan de 6 kesên bi navê F.C., A.Ç., V.Î.O., B.G., M.S.U., û M.D. hatine binçavkirin.
Li gor daxuyaniya walîtîyê kesên ku hatine binçavkirin ji ber sûcên ‘Endambûna Rêxistina Terorê ya Çekdar û Xerakirina Yekîtiya Dewletê` ji teref dadgehê ve hatine girtin.(ÎLKHA)