• DOLAR 32.51
  • EURO 34.973
  • ALTIN 2432.484
  • ...
 "Heta ku mexdûriyetên gel biqede dê em alikarêyên xwe bidomînin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Amedê Saziyên Ciwakiyên Siwîl ên ku dest bi  qampenyeya ‘Werin em ji mihacirên Surê re bibin ensar’ kiribûn bi endamên çapemeniyê re hatin cem hev.

Seokê Saziyên Ciwakiyên Siwîl a Saziya Îcrayê ya Amedê Yunus Memîşoglu di derbarê qampenyayê de axivî û diyar kir ku heta mexdûriyeta gel hebe dê alîkariyên wan jî bidomin.

Memîş diyar kir ku li Amedê ji 100an zêdetir Saziyên Civakiyên Siwîl hene û 10 sal in ku ev sazî di nav yekitî û aşitiyê de bi hev re hereket dikin û her tim li cem gelê mexdûr in. Dûvre Memîş axavtina xwe wiha domand: “Me vê qempanyayê ji bo gelê Surê yê ku ji ber berîqet û kortan mexdûr bûne li dar xist. Me malbatên ku mexdûr bûne tespît kirine. Di derbarê vê yekê de geh geh me wek sazi boruqrasiyê ziyaret kir. Dema ku me rêvebirên hikûmetê ziyaret kiri me diyar kir pêwîst e ku demildest hewcedariyên sitrîna gel were têr kirin. “

 “Di destê me de lîsteya hezar malbatên ku mexdûr bûne heye”

Memîş diyar kir heta ku malbatên mexdûr hebin dê ew wek sazî alîkariyên xwe bidomînin. Dûvre Memîş wiha pêde çû: “Heta îro me 9 hezar û 500 qolî alîkariyên erzaqê, ji 10 hezaran zêdetir xwarina zarokan, ji 10 hezaran zêdetir betanî, ji 3 hezaran zêdetir cil û pêlav û ji hezar û 500an zêdetir jî alîkariyên hewcedariyên paqijiyê hatiye kirin. Ji xeynî qedexeya derketina derve ya doh di destê me de lîsta ji 5 hezaran zêdetir malbatên mexdûr hene. Heta ku mexdûriyetên gel biqede dê em alikarêyên xwe bidomînin.”

Her wiha Memîş diyar kir ji bo ku mexdûriyeta 60 hezar kesên cem esnafê Sûrê dixebitîna  were çareser kirin dê bi rêvebiran re hevdîtin bikin. (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir