• DOLAR 32.467
  • EURO 34.52
  • ALTIN 2472.865
  • ...
"Telîmatên îşkenceyan ji teref Gaffar Okkan ve dihat dayîn"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di domahiya 28ê Sibata ku zextî li mislimanan dihat kirin de di salên 2000an de ji ber karûbarên îslamî gelek kes hatin binçav kirin û bi şiklekî wehşîyane îşkence li wan hat kirin. Dûvre di bin îşkenceyan de belgename bi şiklekî zorî hatin îmzakirin û kesên misliman avêtin girtîgehan.

Gaffar Okkanê ki di 18ê mijdara 1997an de wek Midûrê Ewlehiya Amedê hatibû tayînkirin ji ber ku binçaviyên neheqî, îşkence û revandina meran pêk dianiyê baş tê zanîn.

Leyla Çîçeka ku şahide kiryarên neheqî yên Gaffar Okkanê bûbû ji Ajansa Nûçeyan a Îlkê (ÎLKHA) re axivî.

Leyla Çîçek diyar kir di cotmeha 2000an de dema wek mêvan çûbû malekê hatiye binçav kirin û 28 roj  maye di binçaviyê de. Her wiha Çîçek desnîşan kir 28 roj îşkence lê hatiye kirin û ji bo ku belgenameyan îmza bike wê bi namûsa wê tehdît kirine.

Çîçek wiha diyar kir: “Sibe ji teref polêsan ve deriya mala ku ez mêvan bûm hat teqandin. Wê çaxê lawê min 3, qîza min jî yek sal û nîv bû. Li mala ku em tê de bûn wek ku em çekdar in sergirtin hat kirin. Her wiha berik berdan mala ku zarok tê de bûn. Wê çaxê ez û zarokên xwe em di odekê din de bi şiklekê tirsî komê hev bûbûn. Qêrîna zarokan bû. Piştî teqîn û dengê çekan polês ketin hindirê malê. Me bi şiklekî lez û bez binçav kirin. Piştî ku me binçav kirin testa barûtê bi me dan kirin û me wek kesên ku çek bikar anîne nîşan dan. Me tu çek bikar neanîbû. Heta tu çek jî di mal de tune bû û min qet çek jî nedîtibû. Lê me wek kesên ku çek bikar anîne nîşan dan.”

Çîçek diyar kir dema ku wê binçav kirin polêsan xwest ku zarokên  wê bişînin Saziya Parastina Zarokan. Lê wê destûr nedaye vê yekê û zarokên xwe şandiye cem xizmên xwe.

 “Dema ku polêsan min birin zarokên min qêrîna wan bû digiriyana”

Çîçek diyar dema ku wê ji zarokên wê dûr xistine wê trawma derbas kiriye. Dûvre Çîçek wiha destnîşan kir: “Ji ber ku zarokên min ji wan re dibûn giranî wan hewl didan ku ji zarokên min xelas bibin. Dema ku polêsan min birin zarokên min qêrîna wan bû digiriyana. Li ber çavên zarokên min zextan li min dikirin. Ji tirsan zarokên min pêşa min girtibûn û ji min venediqetana. Lê polêsan bi şiklekî bê rehm sîle li zarokên min dan û wan ji min weqetandin. Dûvre zarokên min şandin cem xizmên min. Ev yek bû sedema xerebiya derûniya min.”

Çîçek belav kir dema ku wê binçav kirine 28 roj wek derûnî û fizîkî  îşkence lê hatiye kirin.

 “Çawa min binçav kirin dest bi muameleya xirab kirin”

Çîçek diyar kir çawa ku wê binçav kirine dûçarê zextan bûye û îşkence lê hatiye kirin. Çîçek axavtina xwe wiha domand: “Wek ku em sûcdar in muameleya terorîstî li me kirin. Lê me nezaniya ku  çi çiye. Ji me re digotin ‘Heta hun neaxivin em we serbest bernadin.’ Lê me nezaniya ku dê em çi biaxivin. Me digot ‘Dê em çi bibêjin?’ Ji me re digotin hun çi dizanin wî bibêjin. Lê min tu tişt nezaniya. Heke min bizaniyê dê min ji ber bi hêviya derketinê diyar bikira. Dûvre me avêtin çavikê.”

Çîçek belav kir dema ku di çaviyê de bû bûye şahîdê ax û nalîna kesên ku li wan îşkence dihat kirin. Her wiha Çîçek bal kişand ku bihîstina ax û nalînan ji îşkencê zehmettir e.

 “Dest dirêjê hicaba me yê ku em ji bo wê dikarin canê xwe fida bikin dikirin”

Çîçek wiha axavtina xwe domand: “Ji çaviyên ku li kêleka me bûn axîn û nalînên însanan dihat. Bi şiklekî wêrek diyar dikirin ku dê her cûr îşkenceyan li me bikin. Heta dest dirêjê hicaba me yê ku em ji bo wê dikarin canê xwe fida bikin dikirin. Li ser me tirsa ku dê bên me bibin û îşkenceyan li me bikin hebû. Ji ber vê yekê wext derbas nedibû. Em her wext li Xwedê Teala sitirîn. Lewre em bê sûc bûn. Yek meh em li ser mînderan razan. Bes mînder hebûn. Nîvê şevê me şiyar dikirin û ji bona pirsyariya me dibirin odên sar. Em di odên pirsyariyê de ji ber sermayê dicirifîna.”

 “Di îşkencê de ceyran didan dest ûpêyên min”

Çîçek bal kişand ku her wext wê bi îfet û namûsa wê tehdît dikirin. Dûvre Çîçek wiha pê de çû: “Îşkenceya ceyranê li min kirin. ceyranê didan dest û pêyên min. Dema ku li min pirs dipirsîna min digot ez nizanim. Ew çax serê min li dîwarê didan. Dema ku vê yekê dikirin çavên min girtî bûn. Ji ber vê yekê min nedizaniya ku gelo derb ji kîj terefê ve tên û hej bi min diket. Derb dikirin û heqaretan li me dikirin. Polêsan her tim ziman dirêjî dikirin û gotin diavêtin namûs û îfeta me. Her wiha pirsgireka me yê ji bo nimêjê hebû. Tu paqijî jî nedihat kirin.Carinan ji bo ku ez nimêj bikimmin li derî dixist. Di çavikê de pîrekek din jî hebû. Pir ditirsiya. Ji min re digot li derî nexe dê werin îşkencan li me bikin. Wek bersiv polêsan li me heqaret dikirin û ji bo ku wextê nimêja me derbas bibe me didan sekinandin. Di bin binçaviyê de gelek jan ji me re dan kişandin. Carekê şarpeya min ji serê min hilanîn û dûvre wêneya min kişandin. Di dema binçaviyê de 2-3 rojên ewil xwarin nedan me. Piştî vê yekê kêm kêm xwarin dan me. Însanên ku ramanên wan cûda bûn dixistin çavika ku ez tê de me. Dûvre heqaret û zaxtî li wan dikirin. Wê dema tevgera wan yê bi min re başbû. Dixwestin ku bidin fêm kirin ku ew bi şiklekî baş limin tevger dikin. Pîrekek anîbûn cem min. Xwarin didan min. Lê xwarin nedidan wê. Ew pîrek jî ji ber ku ji bo PKKê broşûr belav kiribû wî binçav kiribûn. Dema ki xwarin didan min ji wê pîrekê re digotin tu naxwî. Wek ku bi helwestekê baş li min tevdigerin. Dema ku ew diçûn min xwarin dida wê pîrekê. Lê ew ditirsiya.”

Çîçek destnîşan kir ku piştî 9 rojên binçaviyê wê girtine. Lê dûvre wê binçav kirine û îşkenceyên cûr bi cûr lê hatine kirin.

 “Di fermiyê de me di girtîgehê de didan nîşandan lê em di binçaviyê de bûn”

Çîçek diyar kir dema ku hat girtin guman kir ku êdî xelas bûye. Dûvre wiha destnîşankir: “Me birin girtîgehê. Dûvre şûna tiliyê ji me sitandin û têketina me çêkirin. Em got em xelas bûn lê dîsa me binçav kirin. Di fermiyê de me di girtîgehê de didan nîşandan lê em di binçaviyê de bûn. Vê carê dema ku me binçav kirin me got qey dê me bikujin. Ji min re gotin êdî hun dê ji vir dernekevin. Dûvre dûbare dest bi îşkenceyê kirin.”

Çîçek destnîşan kir piştî ku wê ji girtîgehê girtin û dûbare wê birin binçaviyê ew di derbarê jiyana xwe de ket gumanê. Her wiha Çîçek diyar kir ji bo ku bavê wî di derbarê wê de xwedî agah bibe serî li gelek deran kiriye. Lê tu encam bi dest nexistiye.

 “Min bi îfeta min tehdît kirin û bi zorî belgenameyan bi min dan îmza kirin”

Çîçek axavtina xwe domand: “Di dawiya mehekê de çibû nizanim me hildan girtîgehê. Dema ku min cara duyem binçav kirin bavê min bi min hesiya. Bavê min dema ku ji girtîgehê dipirse dibêjin di binçaviyê de ye. Dema ku bavê min ji ewlehiyê dipirse wek bersiv dibêjên ew di girtîgehê de ye. Malbata min bi wesîla parêzerê min xwestibû ku di derbarê min de xwedî agah bibe. Lê tu kes jê re tu tişt negotiye. Herî dawî dema ku me binçavkirin belgenameya ku wek îfadeya me hatiye amadekirin û her wiha hingî pirtûkekê stûr e hewl dan ku bi zorî bi min bidin îmza kirin. Berê min got dê ez vê bixwînim. Lê wan min bi îfet û namûsa min tehdît kirin û bi zorî belgenameyê bi min dan îmza kirin. Ez van zanyariyên ku di belgenamê de bû ji parêzerê xwe hîn bûm. Di belgeyan de dihat idîa kirin ku me çek bikar aniye û hwd. Piştî 28 rojên binçaviyê min derxistin dadgehê. Min piştî çend rojan nû zarokên xwe dîtibû. Ew perîşan bûbûn.”

Çîçek diyar kir ku bêrê bi cezaya sermedî ve hatiye darizandin. Dûvre ji ber endambûna rêxistinê 4 sal ceza dane wê.

 “Îşkenceyên ku min dît bûn sedema nexweşiyên mayînde”

Çîçek dest nîşan kir îşkenceyên ku dîtiye bûye sedema nexwewşiyên mayînde. Dûvre Çîçek wiha axavtina xwe domand: “ Heta niha nexweşiya kezebê bi min re heye. Ev nexweşî di binçaviyê de dest pê kir. Wê çaxê em nedikarîna ku biçin nexweşxanê. Ji ber vê yekê nexweşiya min pêşve çû. Şevekê ez bê nefes mam. Min rakirin acîlê. Dema ku min bihîst nexweşiya kezebê bi min re heye. Her wiha tixtor diyar kir ku nexweşiya hanî heta ez sax bibim dê hebe.”

Herî dawî Çîçek diyar kir ev îşkenceyên ku li wan dihatin kirin Gaffar Okkan jê haydar bûye û ev telîmata îşkencê ji tererf Okkan vê hatiye dayîn. (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir