• DOLAR 32.509
  • EURO 34.797
  • ALTIN 2419.611
  • ...
Cûya bê barîyer can sitand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Êlihê ciwanê 16 salî yê ku 3 roj berê winda bûbû bi motorsîkleta xwe ve berê sibe di cûya avê de wek mirî hat dîtin.

Gor agahiyên hatine bidestxistin ciwanê 16 salî û xwendekarê amadehyê ya pola 2 yemîn Mahsum Yaprakê ku di Taxa Baxlarê de dimaniya 3 roj berê winda bû. Di gel lêgerîna malbata wî û polêsan Yaprak nehat dîtin. Hat ragihandin ku termê Yaprakê di cûya avê yê ku ji Taxa Pazaryeriyê  de ye hat dîtin.

Bi agahdar kirina kesên hawîrdor re polês hatin ciyê bûyerê û dest bi tehqîqatê kirin. Piştî tehqîqatê hat diyar kirin ku xwediyê vê cesedê Mahsu Yaprakê ku 3 roj berê winda bûbû ye.

Di tehqîqata ku ji teref serdozgeriyê ve hat kirin de hat diyar kirin ku Masum Yaprak bi motorsîkleta xwe ve ketiyê Robara Îluhê.

Xelkê hawîrdor diyar kirin ji ber ku di nêzikê Robara Îluhê de tu lewhe û bariyer tune Yaprak ketiye nav robarê. Ji ber vê yekê gel ji vê yekê re bertek nîşanda.

Her wiha cesedê Yaprakê rakirin mirîxaneya Nexweşxaneya Dewletê ya Herêm a Êlihê.

Wek ku tê bibîranîn Ajansa Nûçeyan a Îlkê (ÎLKHA) vê yekê çendîn caran anîbû rojevê. (ÎLKHA)

 



















Bu haberler de ilginizi çekebilir