• DOLAR 32.605
  • EURO 34.787
  • ALTIN 2415.56
  • ...
 "Pêwîst e ku em ji karûbarên mîsyonertiyê re bibin asteng"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rîspiyên herêmê diyar kirin ku di van rojên dawî de bi taybet li derên ku misliman dijîn karûbarên mîsyonertiyê zêde bûne. Ji ber vê yekê rîspiyan diyar kirin pêwîst e ku misliman ji vê yekê bêdeng nemînin.

Ji endamên Yekitiya Alim û Medreseyan (Îttîhad’ul Ulema) Mela Beşîr Şîmşek  bibîranî ku di van rojên dawî de di kolanên Êlihê de ciwanên kur û qîzên Koreyî digerin û pirtûka bi navê “Soza Jiyanê ya Rebbê me yê Îsa Mesîhî’ belav dikin. Şîmşek diyar kir ku di derbarê karûbarên mîsyonertiyê de dê bernameyekê di otêlê de were lidarxistin. Dûvre Şîmşek axavtina xwe wiha domand: “Ev hemî propexendeyên Xrîstyantiyê ne û karûbarên mîsyonertiyê ne. Di derekê wek Êlihê yê ku gelê wê dîndar in ev propexende tên kirin. Ez vê yekê şermezar dikim.”

Şîmşek bal kişand ku heke mîsyoner tên û ji zarok û ciwanên vê welatê re bi şiklekê hêsan mîsyonertiyê qise dikin sedema vê yekê xemsariya mislimanan û kêmasiya baweriyê ye.

  “Pêwîst e ku em ji karûbarên mîsyonertiyê re bibin asteng”

Şîmşek axavtina xwe wiha domand: “Em çûna cem xizmên xwe û qise kirina dînê Îslamê ya ji gel re pir zor dibînin. Mixabin ji Koreyê ciwan tên û ji ciwanan re qala Xrîstyantiyê dikin. Ev yek janek pir giran e. Çima broşûrên wiha didin destê ciwanên me? Çima ciwanên me dewetê Xrîstiyantiyê dikin? Çima dema ku vê karê dikin natirsin? Heta niha di derbarê vê yekê de ne ji mislimanan ne jî ji cemaetan tu bertek nehatiye. Ne ji gel, ne ji dê û bav ne jî ji miftiyan tu deng dernakeve. Ev yek pir çawt e. Ji ber vê yekê divê ku em demildest xwe ji vê qasê hilbiweşînin. Pêwîst e ku em ji karûbarên mîsyonertiyê re bibin asteng.”

Şîmşek diyar kir dema ku di vê welatê de mizgeft û Qur’an jî hatin şewitandin tu kes dengê xwe dernexist. Dûvre Şîmşek wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di vî memleketê de dêr tên avakirin û mizgeft tên şewitandin. Dîsa ciwak dengê xwe dernaxe. Ev jî bes nînin di şûna mizgeftên ku tên şewitandin hewl didin ku jiyanekê nû saz bikin. Di şûna Îslamiyetê de hewl didin ku Xrîstyantyê belav bikin. Ev yek bi şiklekî zanîn pêk tê.”

 “Dixwazin ku gelê Kurd ji Îslamiyetê dûr bixin”

Mele Zekî Bîlgîn diyar kir ku di bergeha propexendeyê de mîsyoner her wext tên herêm. Dûvre Bîlgîn wiha axivî: “Em dizanin ku ev mîsyoner bi komeleyên ku nemisliman in re têkilî dikin da ku Îslamiyetê ji holê rakin. Ev mîsyoner çend sal berê jî dîsa hatibûn Êlihê. Dikan bi dikan zivirîn û li mislimanan Încîl, Tewrat û Zebûr belav kirin. Gotin êdî dewra van pirtûkan e. Dewra Qur’anê yên ku hun dixwînin xelas bûye.”

Bîlgîn bal kişand ku bi têkiliya mîsyoneran re hewl didin ku gelê Kurd ji Îslamiyetê dûr bixin. Dûvre Bîlgîn wiha dawî li axavtina xwe anî: “Ji bo ku gelê Kurd ji Îslamiyetê dûr bixin pir xebitîn. Ev karûbar bê guman karê mislimanan nînin. Xelkê me mislan e û xwedî Qur’an û xwedî exlaqê Muhemmedî ye. Pêwîst e ku gel ji vê karûbarê re bêdeng nemîne.” (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir