• DOLAR 32.604
  • EURO 35.019
  • ALTIN 2425.274
  • ...
Êrîşa bi molotof birin li ser mekteba Îmam Xatîbê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Yenîşehîra Amedê êrîşa bi molotof birin li ser Lîseya Îmam Xatîba Anadoluya Qîzan, di encama êrîşê de di avahiyê de xisar pêk hat.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin bûyer di 22ê Çilê di seat 20.15an de pêk hat.Li gor qeydên kamereyan 3 PKKyiyên ku rûyên wan nixumandîne  3 molotof diavêjin mektebê.Di dema êrîşê de ji PKKyiyên ku êrîşî mektebê dikin kesek xwe dişewitîne.Piştî êrîşê kesên êrîşkar ji cihê bûyerê dûr dibin.Di encama êrîşa ku li mektebê hat kirin de tesîsata ceyranê ya mektebê zirar dît.

Ji teref Serokê  Yekîtiya Malbat a Mekteba Lîseya Îmam Xatîba Anadoluya Qîzan Muzaffer Beber ve daxuyanîyek hat dayîn, di daxuyaniyê de hat diyarkirin cihê ku mekteb lê ye ne bi ewlehî ye û dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di warê ewlehiyê de pir kêmasiya mektebê heye. Çûyîn û hatina mektebê ji bona xwendevanan pir bi zehmet e. Ne tenê êrîşên bi Molotof her wiha êrîşên wekî din jî dikare li mektebê bên kirin.”

Beber di dawiya axavtina xwe bang kir da ku cihê mektebê bê guhartin û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Divê cihê mektebê demildest bê guhartin, wek mînak ji bona guhartinê li Semta Şehîtlîkê cihên baş hene. Heke tiştek bê serê van xwendevanan tu kes nikare ji bin vî barî xwe bide alî, ev berpirsiyariyeke giran e.”(ÎLKHA)

 

















Bu haberler de ilginizi çekebilir