Hatina berfê û hewayê serma bandordariya xwe didomîne
Li Herêma Anatoliya Rojhilatê hatina berfê û hewayê serma bandordariya xwe didomîne. Germiya hewayê dikeve binê sifrê 21 pile û her wiha ji ber hatina berfê rêya hezar û 513 gund û taxan jî hatiye girtin.
Tê texmînkirin ku dê hewa li gelemperê herêm pir ewrawî bibe û wek binavber dê berf bibare. Hat ragihandin ku tê texmîn kirin ku dê cemidan çêbibe. Her wiha dahatina berfê û bager dibe sedema girtina rêyên gund û taxan. Ji ber vê yekê rêyên hezar û 513 gund û taxan jî hatiye girtin.
Gor agahiyên ku ji Midûrtiya Herêma 12 emîn a Meteorolojiyê hatine bidestxistin dê germahî li bajarên Erzîncanê 21, Erdehan 20, Erzirûm 18, Qers 16, Agirî û Dersîmê jî binê sifrê de 15 pile bibe.
Li herêm hewayê herî germ li Îdirê sifr, di bajarên Dersîmê 2, Erzîncan 3, Qers 5, Erzirûm û Agiriyê 6 û Erdehanê jî bin sifrê de 8 pile bibe.
Ji ber bager û pûkeyê li Erzirûmê 636, Erzîncanê 323, Agirî 250, Dersîm 158, Qers 87, Îdir 32, Erdehan 27 bi tevahî rêyên hezar û 513 gund û taxan hatiye girtin.
Her wiha sitûriya berfê li Agiriyê 76, Erzirûm 48, Erdehan 25, Qers 23, Erzîncan 16 û Dersîmê 25 cm hat pîvandin. (ÎLKHA)