• DOLAR 32.592
  • EURO 34.795
  • ALTIN 2510.01
  • ...
Serekkonsuliya DYEyê ya Edenê li Mêrdînê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Lînda Spechta ku di şuna Serekkonsuliya DYEyê ya Edenê John L. Espînoza de hatiye tayînkirin çû Mêrdînê.

Lînda Spechta, herî ewil Walîtiya Mêrdînê ziyaret kir. Piştî vê ziyaretê Şarederiya Mezin a Mêrdînê ziyaret kir.

Serokkonsul Spetch, ji teref Serokê Şarederiya Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û rêvebirên şaredariyê ve hat pêşwazîkirin.

Specht, li vir daxuyaniyekê kurt da rojnamegeran û dûvre diyar kir ku 22 bajêran di bergeha bernameya xwe de ziyaret kiriye. Her wiha Specht diyar kir ku dê bi hinek rêvebirên mehelî re hev nasbikin. Specht wiha axavtina xwe domand: “Ji bo ku têkiliyên me bi rêvebirên hikûmetê yên mehelî re baş bibe ev ji bo me pir girîng e. Ji ber vê yekê ez hêvîdar im ku dê em di derbarê Mêrdînê de ji geşedanan agahdar bibin.”

Rojnamegerekê ji Specht pirsî ‘Ziyareta we piştî ziyareta Alîkarê Serokê DYEyê pêk hat. Gelo ev yek tesadûf e?’ Specht wek bersiv ‘Ez dê derbarê vê mijarê de naxwazim biaxivim.’ bû.

Specht, piştî daxuyaniya kurt civînê ji çapemeniyê re wek girtî domand. (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir