• DOLAR 32.382
  • EURO 34.985
  • ALTIN 2326.088
  • ...
 "Di pêvajoyê de firseda rêxistîbûn û çekdarbûnê ji PKKê re hat dayîn"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Civaknas Mufîd Yuksel di derbarê pêvajoya çareseriyê ya ku 3 sal berdewam kir, pevçûnên ku piştî 7ê hazîranê li Kurdistana Tirkiyê dest pê kirin, ji ser Rojava meşrûkirina PKKê û şerê navxweyî ya ku hêj li Sûriyê berdewam dike û her roja ku derbas dibe qembaxtir dibe de nirxandinên girîng kir.

Mufîd Yuksel di nirxandinên ku kir de diyar kir di dema pêvajoya çareseriyê de tenê muxatab girtina PKKê gelek derfet û îmkanên mezin daye PKKê ku PKKê jî ji xwe re vê firsed dît û muracatî siyaseta çal û kortan kir ku ev yek jî bû sedema bobelatên mîna koçkirin, mirin û zirar dîtina însanan û ev bûyer ji vê yekê re bingeh saz kirin.

Yuksel di berdewama axavtina xwe de diyar kir kiryarên ku PKKê bi destê PYD îcra dike bûye sedem ku nêzî milyonek Kurd ji warên xwe koç bikin û ji bona PKK xwîna 5 milyon Kurdî jê re ji qada wî ya hâkimiyete ne girîngtir e.

 “HDP û Qendîl hewl didin da ku fentezî û bêriyên çepkira Tirk pêk bînin”

Yuksel di berdewama axavtina xwe de diyar kir PKK ji zihnîyeta Stalînîst a salên 1960an  tê û wiha li axavtina xwe zêde kir: “PKK îcraatên xwe ji çepgira Tirkan wergirtiye û a niha jî çepgira Tirk li ser pişta xwe kiriye. Ew komên ku pêşîwantiyê him ji PKKê û him jî ji HDPê re dike  hewl didin da ku fentezî û bêriyên çepkira Tirk pêk bînin. Çepgirê Tirkan ê marjinal li ser PKKê dixwaze fenteziyên xwe bidomîne û di vî warî de Kurdan wek navçîn bi kar tîne. Ew kelevajiyên PKKê yên  xweseriyê yên ku ji xwe ji çepgira  Tirkan wergirtiye temamê erdnigariyê avête nava agirê. Fatûra vê yekê jî ji herem û xelkê Kurd re tê birîn. Her wek tê zanîn rewşên mîna xweserî, xendek, pevçûn û li bajêran pêk anîna komên gerîllayê derketin holê. Gelek tişt qewimîn ku sedema van a ewil tenê muxatab girtina PKKê û niçikên wê bû.Di vê mijarê de him dewlet him jî hikûmet îxmaleke mezin kir. Hemû kesê ku ji teref dewletê ve bê muxatab girtin mezin dibe. Ji ber vê yekê ji ber ku tenê PKKê hat muxatab hat girtin mezin bû. PKK piştî pêvajoya Osloyê firsedê nedît di bajaran de rêxistî bibe, lê bêlê di dema muxatab girtinê de ji PKKê re firseda bi rihetî rêxistîbûn û organîzebûnê û her wiha firseda çekdarbûnê hat dayîn.”

 “Muzakereyeke tenê heye ku bi rêxistinê re bê kirin ew jî berdana çekan û valakirina girtîgehan e”

Yuksel di berdewama axavtina xwe de diyar kir her çiqas berdan û veşartina çekan û dawî kirina pevçûnan hatibe daklere kirin jî PKK ji xwe re rihet nesekinî û cardin dest bi çekdarbûnê û zêdekirina hêza xwe ya çekdarbûnê û pêkanîna fenteziyên xwe yên Marksîst kir.Yuksel dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Pêvajoya aştiyê ji PKKê re xizmet kir.PKKê di vê pêvajoyê de kete li dûv fenteziyên mîna şoreşa xelk,pevçûna xelk û serhildana xelkê yên ku ji zihnîyeta Marksîst tên.Dewlet an jî hikûmet wan reforman ew ê li ser navê xwe kiribana. Ew ê weke ku tu muxatab tune ye telebên Kurdan bi cî anîbana.Divîyabû ne ji bona ku PKK xwestiye û PKK muxatab e divîyabû bi muxatab negirtina tu rêxistinê reformên mîna dayîna mafê perwerdehîya zimanê zikmakî di qanûnê de hatibana kirin. Muzakereyeke tenê heye ku bi rêxistinê re bê kirin ku ew jî  vegerîna malê ya mîlîtanên çekdar, berdana çekan û mijarên mîna valakirina girtîgehan e. A rastî jî pirsgirêk û problema esil ji vê derê dest pê kir.

 “Bihara Ereban tenê kêrî PKKê hat”     

Yuksel di berdewam axavtina xwe de li ser mijara kiryarên PKKê yên ku tê hewl dan Kurdan ji Îslamê dûr bixin û wan bixin sekuler de axivî û nirxandinan kir.Dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Mixabin Bihara Ereban kêrî hareketên Îslamî nehat, ev yek tenê kêrî PKKê hat. Dema ku ev tê gotin weke ku tê zanîn Rojava, Kobanî û Şingal derket.Ew bi wan fealîyetên ku li ser van deran hatin kirin bi hêz bûn. PKK û HDP bi şikleke biserketî operasyona têgihînê kirin û hêza psikolojîk û civakî bi dest xistin. PKK ji teref hinek hêzên rojava ve hat destkirin. Nexasim dîasporaya PKKê ya li Ewrûpayê di vê mijarê de tesîrdar bû. Li vê derê, Îsraîl, şîrketên mezin ên Emrîkayê û hinek maxfî  hêz hene.Ev hemû li ser mijarê exlebe îttîfaq kirine.”

 “Bedela azadkirina Rojavayê ji teref PKKê ve bû sedema koçkirina milyonek Kurd”

Yuksel di derbarê mijara azadkirin û encama wê de jî wiha axivî: “Bedela azadkirina Rojavayê ji teref PKKê ve bû sedema koçkirina milyonek Kurd. Projeyeke rêxistinê li Rojavayê heye ku rêxistin hewl dide da ku  li ser Kurdan hakim bibe, kesên ku di nava Kurdan de li dijî wan rabibin ji wan holê rabike  û tasfîye bike. Di vê çarçoveyê de hewl didin van yekan bi şikleke li dijî Îslamê bikin. Mixabin pêvajoya çareseriyê him firseda çekdarbûn û rêxsitîbûnê da PKKê û him jî ji birîna dengên cuda re bingeh amede kir. Lê belê her çi qas ev tişt hebin jî xelkê Kurd li ber xwe da û ber xwe dide jî.”

Yuksel diyar kir xelkê Kurd ji bona ku çal werin vedan, rêxistin çekdar bibe, xweserî were îlan kirin û xelk ji mal û canê xwe bibe ray û dengê xwe nedane HDPê û wiha axivî: “Her çiqas di hilbijartinan de 80 parlementer hatibe derxistin û 102 şaredarî hatibe qezenckirin jî rêxistin destê xwe ji çekan bernade.Rêxistin guh nade gotina xelkê û li bajêran hemû kesî bêhizûr dike.”

Yuksel di berdewama axavtina xwe de wiha pê de çû: “PKK îddîa dike ew li Cizîr, Kerboran, Silopî û Licê bi qewirandina xelkê Kurd wan deran azad dike.Li vê derê projeyeke cîdî heye. PKK ji rexekî ve ji xwe re qada hakîmiyetê vedike û ji rexê din ve jî van deran ji Kurdan paqij dike. Divê pêşîya van tiştan bê girtin. Ji vê bûyerê haydar bûn tiştekî girîng e. Divê îxtîmala mudaxeleya derve bê kêm kirin û niçikên wan ên ku li Enqereyê ne heta ku dibe bên kêm kirin. Heke ev tişt neyên kirin ew ê him faktorên derve him PKK him jî dewşîrmeyên wan ên li Enqereyê temamê erdnigariyê texin nava bobeletekî  ku kêrî Îsraîlê be.”

 “PKK bajêrên Kurdan ji Kurdan paqij dike”

Yuksel di dawiya axavtina xwe de diyar kir PKK di salên 90an de him gundan û him jî bajêran ji Kurdan re kiriye wek jehr e û tê xwestin bi destê PKK bajêrên Kurdan ji Kurdan bê paqijkirin û zext li Kurdan tên kirin da ku xelk ji heremê koç bike. Yuksel peyde wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Di encamê de denge bi destê PKKê diguherin û bi ber alozî û kaosê ve dimeşe. Wek harekata Kizil Khmeran, PKK jî nifûsê naxwaze.Kizil Khmeran  2 milyon însanî bi hovîtî kuşt,Xem û derdeke tenê ya PKKê heye ew jî bi dest xistina hakimtiyê ye. 5 milyon Kurd mirine ne xema wî ye. Ji bona PKK tu qiymeta xwîna 5 milyon Kurdî tune ye. Çawa ku ji bona rêxistinên mîna Marksîst û Kizil Khmerên ku ji xwe şidetê xistine şîar tu qiymeta însan tune be bi heman awayî ji bona PKKê jî tu qiymeta însanan tune ye.”(ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir