Li Siwêregê lihev dana bi çekî: 4 birîndar
Li navçeya Siwêrega Rihayê di lihevdana ku derket de 4 kes birîndar bûn.
Di bazara heywanan de lihevdan derket, 4 kes birîndar bûn.
Hat idîa kirin li bazara heywanan a ku di Taxa Firatê de ye de ji ber dan û sitandinê di nabeyna 2 koman de lihevdan derket. Di encama lihevdanê de 4 kes birîndar bûn. Di lihavdana ku kevir, dar û dabance hatine bikaranîn de M.B, Ş.U, M.D, û S.B, birîndar bûn. Birîndaran rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Swêrekê.
Gelek polês hatin ciyê bûyerê. Polêsên ku li ciyê bûyerê tehqîqat kirin gelek kovanên berikan ên vala dîtin.
Di derbarê bûyerê de tehqîqat hat destpê kirin. (ÎLKHA)