• DOLAR 32.602
  • EURO 34.766
  • ALTIN 2496.887
  • ...
 "Wek lawê min bi hezaran însanên bêsûc di girtîgehan de ne"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Sabrî Dayan diyar kir ku lawê wî 22 sale ku bi şiklekî neheqî di girtîgehê de ye. Dayan diyar kir ku di salên 90an de li mislimanan eziyet hatiye kirin û di dawiya vê yekê de li lawê wî Mustafayî jî îşkence hatiye kirin. Dûvre wî avêtine girtîgehê. Ji ber vê yekê Dayan xwest ku bila ev mexdûriyet demildest were çareserkirin.

Mamê Sabrî diyar kir ku lawê wî Mustafa 22 sale ku bi şiklekî neheqî di girtîgehê de ye û bal kişand ser berdana girtiyên Ergenekoniyan. Apê Sabrî dûvre axavtina xwe wiha domand: “Dewlet dizane ku Ergenekonî sûcdar in. Lê di gel vê yekê wan hemî berdan. Lawê min jî ji ber ku xwest jiyanekê îslamî bijî dersê Qur’anê da. Lê wî avêtin girtîgehê. Lawê min bêsûc e. Ji ber vê yekê ez dixwazim ku lawê min ji nû ve were darizandin.”

 

Apê Sabrî anî bibîranîn lawê wî dema ku 18 salî bû wî avêtin girtîgehê. Dema ku lawê wî diçû dibistanê dersên wî gelek baş bûn, lawê wî gelek bi edeb bû. Dewlet dinzane ku lawê wî bêsûc e.

 “Wek lawê min gelek însanên bêsûc di girtîgehan de ne”

Apê Sabrî diyar kir ku di salên 90an de li kesen ku hewl didan jiyanekê îslamî bijîn îşkenceyên cûr bi cûr hatine kirin. Di wê dewrê de lawê wî jî ji ber ku dîndar bû lê îşkence kirin û wî avêtin girtîgehê. Dûvre Mamê Sabrî axavtina xwe wiha domand: “Di wê wextê de hikûmeta minafiq kesên ku diçûn mizgeftan û dersê Qur’anê hîn dibûn girtin. Wek lawê min gelek însanên bêsûc di girtîgehan de ne. Di welatekê ku pirraniyên gelê wê misliman in de jiyana ciwanan tarî kirin.”

Mamê Sabrî destnîşan kir ku bi hezaran ciwanên misliman ên ku bêsûc in avêtine girtîgehê. Dûvre Mamê Sabrî wiha li axavtina xwe zêde kir: “Xrîstyan jî ji bo ku zarokên wan dînê xwe hîn bibin diçin dêrê. Dema em ji bo ku zarokên me dînê xwe hîn bibin dişinin mizgeftê ev yek sûc e.  Heke ev sûc e wî çaxî hun ji mislimantiya xwe guman bikin.”

 “Hikûmeta zalim a wî çaxî li xelkê misliman zilm kir”

Apê Sabrî belav kir ku li lawê wî Mustafayî îşkenceyên giran hatine kirin û  wan di dema qonaxa darazandinê de gelek neheqî dîtine. Apê Sabrî axivî: “Heke ew sûcdar in û zirarê wan gihaştiyê tu kesî ez ew çax dê bibêjim ku ew sûcdar in. Lê Hikûmeta zalim a wî çaxî li xelkê misliman zilm kir. Vê yekê hikûmeta niha jî dizane. Lawê min 22 sal e ku di girtîgehê de ye. Êdî bes e. Em kal bûne. Ez bûme 70 salî. Dayîka wî jî nexweş e. Ji ber ku dayîka wî ji her dû lingên xwe emeliyet bûye em nikarin biçin dîtina lawê xwe.”

“We dosyayên Ergenekoniyan vekir wan dûbare darizand”

Apê Sabrî wiha bang li Serokkomar û Serokwezîr kir: “Wek lawê min gelek însanên bêsûc di girtîgehê de ne. Êdî bes e. Ji vê yekê re çareseriyekê bikin. We dosyayên Ergenekoniyan vekirin û wan dûbare darizand. Dewlet dizaniya ku Ergenekonî hemî sûcdar bûn û hewl didan ku dewletê xerab bikin. Lê dîsa hikûmet wan serbest berda. Lê lawên me ji ber ku dînê Xwedê Teala hîn dibûn û ji gel re digotin çendîn sal in ke ew di girtîgehê de ne. Gelo mislimantiya we ev e? Ev e edaleta we? (ÎLKHA)

 







Bu haberler de ilginizi çekebilir