• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
"Sûryeyî di gel hewayê serma di kûnan de dijîn"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hinek Sûryeyiyên ku ji şerê navxweyî yên Sûrî revine di taxên bajarê Edenê de bicî bûne û di gel hewayê serma û heriyê di nav kûnên nesererastî de dijîn.

Malbatên Sûrîyeyî yên ku di Taxa Kozayê ya navçeya Yuregîra navend dijîn de bi hewayê sir ûseqem û derfetên neyînî re tekoşîn dikin.

 “Di kûnan de li ber sobeyên ku şikestî ne xwe germ dikin”

Penaberên Sûrî gelemperî di zeviyan de rêncberî dikin. Ji ber ku zivistan e karê wan tune û nikarin ku hewcedariyên xwe temîn bikin. Ev penaber li vir bi alîkariyên xêrxwazan hewl didin ku xwe li jiyanê bigirin. Sûrîyeyî dema ku dibe êvar ji ber ku hewa pir sar e di kûnên nesererast de bi qefilînê re rû bi rû dimînin. Ji ber vê yekê li ber sobeyên ku şikestî ne xwe germ dikin.

 “Herî zêde min bêriya malekê germ kiriye”

Muhammed Hidirê 10 salî diyar kir ku hewa pir sar e. Ew pir dicemidin. Ji ber vê yekê ew herî zêde bêriya malekê germ kiriye. Dema ku baran dibare lehîf û betaniyê wan şil dibin. Ev jî dibe sedema cemidandina wan. Hidir diyar kir ku hewa ji ber ku pir sar e ji bo şewat diçin êzing ber hev dikin û hewl didin ke xwe germ bikin.

Ayşe Halîla ehlê Sûrî jî destnîşan kir ku hewa pir sar e. Dûvre Halîl axavtina xwe wiha domand: “Hewa pir sar e. Mimkûn nînin ku em divan kûnên nesererast de germ bibin. Di hawîrdora ku em dijîn de dema ku baran dibare her der dibe herî. Hemî tiştên me şil dibin. Em nizanin gelo çi bikin.”

Ji kesên Sûrî Alî Cafer jî diyar kir ku di sobeyan de naylon dişewitînin. Ji ber vê yekê ew germ nabin. Dûvre Cafer wiha pê de çû: “Bi şev hewa di binê sifrê de ye. Ji ber seqem û bayê bi taybet zarok pir dicemidin. Hemî zarok nexweşin. Xwedê Teala tu kesî bê mal nehêle.”

 “Di kûnan de bikar anîna sobeyan gelek xeternak e”

Her wiha sobeyên ku ji teref penaberan ve di nav kûnan de tên bi kar anîn zehf xeternak in. Di nav kûnên ku ji naylonan pêk tên de malbatên ku 10-15 kes in dijîn. Dema ku sobe hildikin ji bo şewat naylonan bi kar tînin. Ev yek jî gelek xeternak e. Bi şev ev malbat him bi şewat him jî bi ketina jehrê re rû bi rû dimînin. (ÎLKHA)

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir