• DOLAR 32.836
  • EURO 35.453
  • ALTIN 2515.035
  • ...
Ji HUDA PARê di derbarê muxatabî û pêvajoya çareseriyê  de daxuyaniyên girîng
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Nirxandina rojevê, ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve hat weşandin. Di nirxandinê de di derbarê mijarên mîna pirsgirêka Kurdan, pêvajoya çareseriyê, muxatabî, pergala perwerdehiyê û neheqiyên ku  li Tacîkîstanê li mislimanan tên kirin de daxuyaniyên baldar hatin dayîn û her wiha di derheqê mijarê de hişyarî jî hatin dayîn.

Di nirxandina rojevê de hat diyar kirin divê ku di derbarê çareseriya pirsgirêka Kurdan de her partî, saziyên civakê ya siwîl an jî kes muxatab werin girtin. Her wiha ji bo ku ev pirsgirêk were çareser kirin divê ku 2 maseyên cûda werin sazkirin.

HUDA PAR diyar kir ku li Tacîkîstanê riha 13 hezar zilamên misliman bi zorê hatiye birîn û zorê dane ser hezar û 700 pîrekan da ku hîcabên xwe  derxînin. Ji bo ku ev yek bê çareser kirin divê ku li dijî rêveberiya Tacîkîstanê di asta navneteweyî de ev  bibe rojev.

Di nirxandinê de hat diyar kirin ku di derbarê paşeroja pêvajoya çareseriyê de dewlet û rêvebirên hikûmetê vegotinên hevnegirtî bikar tînin. Dûvre wiha hat destnîşan kirin: “Di derbarê paşeroja pêvajoya çareseriyê ya ku piştî hilbijartina giştî ya parlmenteran a 7ê hezîrana 2015an a ku xera bû de hikûmet û rêvebirên hikûmetê vegotinên hevnegirtî bikar tînin. Hinek rêvebir diyar dikin ku dê di pêvajoya nû de HDP û PKK qet muxatab neyên girtin, hinek ji wan jî hewl didin ku bes HDP û PKKê wek dîyarkerê pêvajoyê bidin nîşandan.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di pêvajoyê de kêmanî ew e ku di derbarê çareseriya pirsgirêka Kurd de gavên hiqûqî û sîyasî nayên avêtin. Dûvre daxuyanî wiha hat domandin: “Em ji berê ve dibêjin di derbarê çareseriya pirsgirêka Kurd a ku ji ber pergala hikûmet û dewletê çêdibe de heke hikûmet samîmî ye ne hewceye ku illa muxatab hebe. Pirsgirêkên gelê Kurd, hevî û pêşniyazên çareseriyê bi raya giştî re hatiye parvekirin, ev yek çendîn car ji hikûmetê re hatiye gotin. Di derbarê vê yekê de ji bo çareseriyê di bergeha însanî û îslamiyê de tu tişt nemaye ku me diyar nekiriye. Ji bo çareseriyê kêmasî ew e ku ji teref dewlet û rêvebirên hikûmetê di derbarê vê yekê de tu gavên hiqûqî û sîyasî nayên avêtin.”

 “Pêwîst e ku di derbarê çareseriyê de ramanên her partî, saziyên civakî ya siwîlan an jî kesan muxatab bê girtin”

Hat diyar kirin divê gavên ku ji bo çareseriyê dê bê avêtin êrîşên PKKê ji wan re nebe behane. Dûvre wiha hat diyar kirin: “Pêwîst e ku tûndî û êrîşên PKKê ji bo gavên  dê werin avêtin nebe behane. Ji bo çareseriya vê yekê heke hewceyê muxataban hebe di derbarê vê yekê de ramanên partiya me û ramanên her partî, saziyên civakiya siwîlan an jî kesan mixatab bê girtin. Divê ku PKK û pirsgirêka tûndî û pirsgirêka Kurd neyê tevlêhev kirin.”

 “Heke dewlet dixwaze ku vê yekê çareser bike divê ku 2 mase saz bike”

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin pêwîst e ku ji bo PKK û pirsgirêka tûndiyan masekê û ji bo pirsgirêka Kurd jî maseke din bê sazkirin. Di domahiya daxuyaniyê de wiha hat ragihandin: “PKK, encama pergala zilmê ya ku ji pirsgirêka Kurd re çavkanî ye û her wiha PKK, îro him zirar dide Tirkan him jî Kurdan. Ji ber vê yekê ev pirsgirêkeke mezin e. Heke dewlet dixwaze ku him pisgirêka Kurdan him jî pirsgirêka tûndî û PKKê çareser bike divê ku 2 mase saz bike. Di maseya ku dê ji bo pirsgirêka Kurdan were saz kirin de divê hemû kes, partî an jî saziyên civakî yên siwîl muxatab bên girtin. Di maseya ku dê ji bo pirsgirêka tûndî û PKKê bê saz kirin de jî divê ku serok an jî rêvebirên PKKê muxatab bên girtin. HDP jî kîjan masê dixwazê, bila rûnê ser wê masê.”

“Dive gotinên ‘tenê HDP’ an jî ‘bi HDPê re qet nabe’ werin terk kirin”

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin pêwîst e ku hikûmet, ji bo îade kirina mafên însanî û îslamî yên gelê Kurd cehd bike. Daxuyanî wiha domî: “Dive gotinên rêvebirên hikûmetê yên ‘tenê HDP’ an jî ‘bi HDPê re qet nabe’ werin terk kirin. Divê bê zanîn ku gelê Kurd hemî PKKyî nînin. Ji bo îade kirina mafên ku ji teref pergalê ve hatine xitimandin wek mafên însanî, îslamî hewl bê dayîn û ev yek were çareser kirin. Ji ber ku bi lez e operasyon, kort û berîqetên ku li navçeyên Sur, Cizîr û Nisêbînê wan navçeyan xistine wek wêran ev texrîbat pêwîst e ku demildest were çareser kirin. Xeynî vê yekê ji bo  madî û maneviyeta gel çi hewce dike bê kirin.”

 “Pirtûkên ku di dibistanan de tên xwendin ji bawerî û nirxên gel re çewt in”

Di daxuyaniya ku ji teref HUDA PARê ve hat daxuyandin de hat destnîşan kirin ku di pergala perwerdehiyê  de jî pirsgirêk hene û mifredata ku nîjadperestî îdeolojiya resmî di nav xwe de dihewîne bi tu wechê nayê qebûl kirin. Dûvre daxuyanî wijha hat domandin: “ Polîtîqaya perwerdehiyê yê ku welêt nekarî çareseriyekê mayînde jê re bibîne heye. Heke dewlet ji bona sererast kirina vê yekê bixebite dîsa ev pergal bi şiklekî baş wê neyê çareserkirin. Lewre di pergalê de gelek kêmasî hene. Ji bo vê yekê Seroktiya Karên Perwerdehiya me di derbarê vê mijarê de raporekê bi hûrgilî amade kiriye û ev yek hatiye diyarkirin di pirtûkên dibistanan tên xwendin de gelek çewtî ji aliyê bawerî û nirxên gel ve hene. Di van pirtûkan de gelek îbareyên nîjadperestî, dijî exlaqê, kemalîzmî û îbareyên ku îdeolojiya fermî li xwendevanan ferz dike hene. Ev yek nayê qebûlkirin.”

 “Pêwîst e ku ji bo perwerdehiya madî çi tê kirin bi heman awayî ji bo perwerdehiya derûnî jî ev yek were kirin”

Di daxuyaniyê de HUDA PAR diyar kir ku ciwanî di rewşekê pir xerab de ye. Ji ber vê yekê wek HUDA PAR ji bo ku ev rewş were çareser kirin pêşnîyaz dikin ku  ‘Perwerdehiya Nirxan’ an jî ‘Perwerdehiya Manewî’ were dayîn. Di derbarê vê yekê divê ku bi beşdar bûna saziyên civakî yên siwîl re bernameyek were amadekirin.”

 “Li Tacîkîstanê bi zorê rihê 13 hezar zilamên misliman hat birîn û zorê dane ser hezar û 700 pîrekan da ku hîcabên xwe  derxînin”

Di van rojên dawî de tê diyar kirin ku li Tacîkîstanê li nirxên îslamî heqaret tên kirin û li jiyana gelê misliman midaxale tê kirin. Ji ber yekê HUDA PAR di derbarê vê yekê de wiha destnîşan kir: “Ev tetbîqeta ku wek 28ê Sibatê li Tirkîyê hat destpêkirin îro li Tacîkîstanê bi birîna rihê 13 hezar zilam û vekirina hîcaba hezar û 700 pîrekan re didome. Pîrekên ku çarşef li xwe dikin tên girtin. Dikanên ku çarşef difroşin tên girtin. Qedexe kirina nav dayîna erebî ya li zarokan heye. Îqtîdar, zextê li Îslamiyet û mislimanan dike. Ev dide nîşandan ku polîtîqayên zextî û qedexekirinê didomin.”

 “Pêwîst e ku ev tiştên ku Tacîkîstan dike di raya giştî de cî bigire”

Di nirxandinê de bal hat hat kişandin ku hikûmeta Tacîkîstanê êrîş li nirxên îslamî dike. Ji ber vê yekê dîvê ku ev yek di raya giştî de cî bi gire. Daxuyanî wiha hat domandin: “Ji bo îxlalên ku li Tacîkîstanê çêdibin û siwîlên ku diçin wir tên binçavkirin  dide nîşandan ku hikumeta Tacîkîstanê bê perwa ye. Ji ber vê yekê divê ku li dijî hikûmeta Tacîkîstanê raya giştî were saz kirin û ev zextî û zordarî bên zanîn. Her wiha divê li mislimanên ku li Tacîkîstanê ne alîkarî were kirin. Di vê bergehê de em bang di serî de li hikûmet dûvre li hemû saziyên siwîl dikin da ku ew ji vê yekê haydar bibin.” (ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir