• DOLAR 32.521
  • EURO 34.813
  • ALTIN 2432.184
  • ...
Mîsyoner Riha û navçeyên wê ji xwe re kirine mekan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tê zanîn berî niha jî xebatên misyonertiyê yên ku li Rihayê tên kirin hatibûn rojevê ku îro fealiyeteke din derket holê. Misyonerên Qoreyî yên ku bi navê turîstiyê tên Rihayê ji esnafan re încîlan belav dikin.Kesên ku vî karî dikin xwe wek xwendavanên zanîngehê didin nasîn û bi vî awayî li navend û navçeyên Rihayê propagandaya xiristiyantiyê dikin.

Esnafên Hîlwanê diyar kirin kesên misyoner her sal di van wextan de tên van deran û xebatên kesên misyoner ji Ajansa Nûçeyan a Îlkê re anîn ziman.

Ahmet Ersîn Çîftelê ku li Hîlwanê  esnaftiyê dike di derbarê mijarê de diyar kir ew wan kesên ku misyonertiyê dikin dawetî dikana xwe kirine û wiha axivî: “Me gazî wan dikanê kir.Di destên wan de kaxizên ku tercumeyî îngilîzî û tirkî hatibûn kirin hebûn.Ji me re gotin rajin van û bixwînin. Me jî rahiştiye û xwend.  Di kaxizan de wiha dinivîsand ‘ Hz. Îsa dê we bibe cennetê û ji wî pê ve tu îlah tune ye.’ Ew kes ji me re gotin ku Hz. Îsa dê we xelas bike , ew murşîdek e  û divê hûn pê baweriyê bînin.”

 “Gotin ku dekanên welatên wan vê wezîfê dane wan”

Çîftel axavtina xwe ya di derbarê mijarê de wiha domand: “Ji me re gotin ku ‘em xwendevanên zanîngehêne û dekanên zanîngeha me vê wezîfê dane me û ji me re gotin  di derheqê Hz.Îsa de agahîyan bidin wan û ji wan re bibêjin pêwîst e ku hûn pê baweriyê bînin.’ Ew van tiştan ji me re gotin me jî ji wan re got ku pêxemberê me Hz. Muhammed(r.x.l.) e. Êdî nema dengê wan derket.”

“Gotin ew ji bona dînê Hz. Îsa bibêjin hatine van deran”

Çîftel dîyaloga ku di navbera wî û misyoneran de derbas bûye wiha domand: “Me ji wan pirs kir ka hûn li kû derê dimînin.Ew jî ji me re gotin ku em li Rihayê di otelekê de dimînin. Hevalên min yên ku bi ingilîzî dizanibû jê pirs kir ka hûn çend kes in. Wî misyonerî got ku ew ne tenê ne, ji xeynî wan kominan din jî hene, li navçeyan belav bûne, ew ji bona dînê Hz. Îsa teblîx bikin hatine van deran.Em hînbûn ev kes dikandarên li navçê geriyane û ji wan re încîl belav kirine.” (ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir