Kêfxweşiya qerneyan a xwendevanên Sûrî û Iraqî
800 xwendevanên Sûriyeyî û 70 xwendevanên Iraqî yên ku li Navenda Perwerdehiya Evlîya Çelebiya Mêrdînê perwerdehî didîtin qernayên xwe standin.
Zarokên malbatên Sûriyeyî yên ku ji ber pevçûn û şerê li welatên xwe koç kirine û li Mêrdînê bi cî bûne qerneyên xwe standin.800 xwendevanên Sûriyeyî yên ku li Navenda Perwerdehiya Evlîya Çelebiya Mêrdînê mektebê dixwandin qerneyên xwe bi kêfeke mezin standin.Li mektebê di dema dayîna qerneyan de ji kesên ku serfiraz bûne re xelet hat dayîn.
Mumînê ku cara ewil li Tirkiyê kelecana standina qerneyan dijî diyar kir ji bona ku wî qerne standîye kêfxweş e û wiha pêde çû: “Ez dixwazim mekteba xwe bi şiklekê herî baş xelas bikim û vegerim welatê xwe da ku ji însanên welatê xwe re xizmetê bikim.”
Midûrê Navenda Perwerdehiya Evlîya Çelebiya Mêrdînê Hamdullah Tekîn di derbarê kelecana girtina qerneyan a zarokên Sûriyeyî de û di derbarê rewşa wan de wiha axivî: “Li mektebê nêzî 800 xwendevanên Sûrî û 70 xwendevanên Iraqî perwerdehî dibîne. Em xwendevanên xwe serê şeveqan bi serwîsê ji malên wan radijin û piştî mektebê em cardin wan dibin malên wan. Me ji xwendevanên xwe re du cûr qerne belav kir. A yekem qerneya Navenda Perwerdehiya Evlîya Çelebiya Qeymeqamtiya Artukluyê ya duyemîn jî qerneya ku xwendevanan li Sûriyê digirtin.Exlebeya xwendevanên me jîr û jêhatî ne. Ez hemûyan pîroz dikim û berdewam serkeftina wan hêvî dikim.”(ÎLKHA)