• DOLAR 32.514
  • EURO 34.967
  • ALTIN 2436.394
  • ...
Îddîaya nexweşiya şapê Rihayiyan mexdûr kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Nexweşiya şapê ya ku li tevahiya Tirkiyê derketibû holê xwe li Rihayê nîşan da ku ev yek jî bû sedema mexdûrbûna xelkê. Di wan rojên borî de li taxa Koçorena navçeya Eyyubiyê ji bona lêkolînê ji hinek heywanan nimûnê hatin girtin û ji Wezareta Xurek, Çandinî û Heywandariyê hat şand.

Di encama lêkolînên ku hatin kirin de derket holê ku di heywanan de vîruseke ku heta îro li Tirkiyê nehatiye dîtin derketîye ku ev dişibe  nexweşiya şapê. Digel vê hînbûnê  herema ku lê nexweşî peyde bûbû xistin bin qarantînayê.Tê texmîn kirin nexweşî ji heywanên ku ji derveye welêt anîne gihaştiye heywanan.

Ji nişka ve girtina pazarê xelkê mexdûr kir

Esnaf di derbarê mijarê de diyar kir di keriyên wan de tu nexweşî tune  ye û ji rewşê re bertek nîşan dan.  Hat diyarkirin ji ber ku pazar  hatiye girtin gelek esnaf mexdûr bûne.

“Rayedar di derbarê mijarê de tu agahî nedan me”

Huseyîn Akkuşê ku esnaf e di derbarê mijarê de wiha axivî: “Ji ber ku tê gotin nexweşî heye pazar hat girtin.Heta niha tu tedbîr nehat standin.Duh hatin gund û ji heywanan tehlîl girtin.Piştî  tehlîlê gotin ku nexweşiya şapê heye.Ji ber vê yekê 15 rojan tatîl îlan kirin. Ev tatîl me xiste tengasiyê. Xelk perîşan bûye.Heger ev qerar ji bona tenduristiyê be bila temamên pazaran bigirin.Tu ferq di nevbera wan de tune ye.”

Firoşkarê heywanan Recep Baztaç di derbarê mijarê de diyar kir ew mexdûr bûne û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di heywanên pez de nexweşî tune ye.Tenê di dewaran de ev nexweşî heye.Em firoşkarên pez mexdûr bûn.Tu kes pez nakire. Çarşema borî dema ku ez hatim pazara heywanan, min dît ku rayedar li devê derî ne.Diyar kirin ji ber ku qedexe heye ew ê pazarê bigirin.Di derbarê vê mijarê de tu daxuyanî û agahî nehat dayîn.” (ÎLKHA) 























Bu haberler de ilginizi çekebilir